‘Tecrîd nerabe demokrasî nabe, divê Ocalan bê azadkirin’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, demokrasî nayê welat, Hevseroka ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî got: “Divê demekî berî demekê Ocalan bê azadkirin.” Ji OHD’ê jî Bariş Marhan jî bang li her kesê kir ku bibin dengê girtiyan.

Girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiye dijîn ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmralî 100 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger de ne.

Berxwedana Zindanan a 27’ê Mijdara 2020’ê destpêkiribû bi koma 20’an bi biryardarî dom dike. Girtî diyar dikin ku di her şert û mercê de wê çalakiya xwe bidomînin, destnîşan kir ku tavilê divê tecrîd bi dawî bibin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 18’ê Kanûna 2020’ê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpêkiribû di roja 79’an de didome.

Çalakiya li Kampa Lavroî ya Yewnanistanê ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropa (TJK-E) û Navenda Çanda Kurd hatî destpêkirin di roja 62’an de dewam dike.

Heveroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Oztur Turkdogan û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehên Herêma Marmara ya Komeleya Ji Bo Hiqûqnasan Azadî (OHD) Bariş Mahîr li ser tecrîda Îmralî û berxwedana zindana ji ANF’ê re axivîn.

Heveroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan:

Tecrîda bê hiqûqî ya li hember Birêz Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin 6 salin didome. Li aliyê din çalakiyên bi aramnca dawî anîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kete roja 100’î.

Desthilat polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê pêk tîne, di astekê de ku hemû welat û civakê bixe nava xwe tê dorfirehkirin û her diçe tê kûrkirin.

Sîstema AKP-MHP’ê sîstemekî welê ye ku demokrasî, edalet, lêgerînên aştiyê, siyaseta demokratîk, parlemento û civakê bixe bin zextê û tecrîdê. Ji bo vê tecrîd mekanîzmaya rejîma bêhiqûqî ya siyaseta neçareseriyê birêvebirine.

Hemû bê edaletî, karê nehiqûqî, dagirkeriyên bi qeyûman, êşkence, sîstema hejariyê ya li welat bi bêhiqûqiya tecrîdê re destpê kirin. Niha gav bi gav tê belavkirin.

Em rû bi rûyê desthilatekî welê ne ku tevî rapora CPT’ê di bêhiqûqiyê de, peymana navneteweyî li ber çavan nagire, biryara DMME’yê li ber çav nagire, hemû pîvanên demokrasî û mafê mirovan li ber çavan nagire, israr dike.

Li girtîgehan pêkanînên lêgerîna tazî ku rûmeta mirovan dişkînin tên kirin.

Dîsa li girtîgehan girtiyên ku li ber berdanê ne bi hinceta cezayên disiplînê nayên berdan, bi bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin. Di nava girtîgehê de tên girtin.

Ji xwe mirina girtiyên nexweş a li girtîgehan binpêkirineke din a li girîgehan e. Li şûna ku li girtîgehan merc bên başkirin, berovajî pêşiya binpêkirinan vekin.

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatine destpêkirin, nerazîbûneke li dijî hemû binpêkirinên li girtîgehan e.

Heta tecrîd û bêhiqûqiyên li girtîgehan bi dawî nebin, em nikarin pêşiya rêkûpêkiyeke ya demokrasî, hiqûq û mafê mirovan bikin. Divê her kes ferqa vê yekê be. Binpêkirinên li girtîgehan bi dawî nebin, wê bêhiqûqiyên li derve jî bi dawî nebin.

Grevên birçîbûnê yên ketin di roja 100’î de êdî ber bi rewşên krîtîk ve diçe. Divê her kes vê bike rojeva xwe ji bê bêhiqûqiyê re bêje; ‘NA’.

Dema ku sîstema tecrîdê bi dawî bû, wê bingehê demokrasî û hiqûqê jî xurt bibe, wê rêya çareseriyê jî vebe. Em tecrîdê qebûl nakin, qet jiyan bi tecrîdê jî neqebûl dikin, nakin jî.

Banga me ji bo aqilê dewletê ew e; bê ku civak bişkê, tavilê dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Li gorî hiqûqa xwe û destûra bingehîn û dîsa peymana navneteweyî ku we bi xwe îmze kirî tev bigerin, li gorî erka rapora CPT’ê tevger bikin. Bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê dikin ku li pêşberî binpêkirinên li girtîgehan û grevên biçîbûnê bikevin tevgerê.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Oztur Turkdogan:

Li ser Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din ên tim tecrîd û îzalasyon dom dike, çi bû ku evqas dirêj cezayê nehevdîtinê bê dayîna wan? Ev jî nîşan dide ku kêfî hatiye dayîn kontrolên hiqûqî nayên kirin e. Li vir bê mantiqiyek heye, divê hikûmet îzaha vê bike. Dîsa divê Dadgeha Destûra bingehîn û taybet DMME’yê li ser mijara serlêdanên qedexeyên hevdîtinê biryarekê bide. Ji ber ku ev ne nû ne, hê ji mêj ve serlêdan hene.

Abdullah Ocalan ne tenê ji bo malbatê heman demê ji bo piraniya Kurdan û dîsa ji aliyê beşeke hestyar ve tim rewşa wî tê şopandin. Dema ku demek dirêj mirovek wiha rê nehate dayîn hevdîtin pêre bê kirin, ev jî wê girseyê dixe nava fikaran; heqê desthilatê yê vê kirinê nîne. Divê teqez malbat û parêzerên Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin.

Divê Tirkiye mijara Kurd ji nû ve bixe rojev, di vê çarçoveyê de divê ji nû vve rewşa Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin. Divê girtina demdirêj bikeve rojevê. Cara yekê ye ku mercên evqas giran, modela ewlekariya bilind a girtîgehê li Îmralî tê pêkanîn. Piştre 10 girtîgehên din bi vî rengî hatin çêkirin. Çawa dibe 22 salan bi tena serê xwe mirov bê hiştina tenê? Divê biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan bi teqez bê pêkanîn. Divê dîroka berdanê ya Abdullah Ocalan ew bixwe jî bizane. Divê ew jî li gorî temen û rewşa tenduristiyê li ber çav bêgirtin û dîrokek nêz be. Tirkiye li şûna vê nîqaş bike, diçe tiştên pir cuda nîqaş dike.

Rêya diçe aştiyê, bi rakirina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe.

Hemû pêvajoyên aştiyê yên li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Dema li Îmralî bû bi wî destpê kir, Dîsa di pêvajoya dwî de li ser banga wî pêk hat. Yanî heta tecrîd hebe wê aştî nemimkûn be.

Pirsa Kurd pir mezin bûye, bûye pirsa navneteweyî. Divê desthilat êdî vê fam bike, heta dawî bi şer nikare vê bidomîne. Ji bo mafê Kurdan jî divê ev pirs bê çaresekirin. Ev jî bi rakirina tecrîdê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re mimkûn e. Aliyê Kurd navnîşan Abdullah Ocalan diyar dike.

Li gorî min divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi bandor bikeve dewreyê. Yek ji rêya vê ew e ku Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê di mijara bicihanîna rapora CPT’ê de biryara pêşniyarê bide. Divê siyaset bi rola xwe rabe. CPT jî vê dibêje; ‘me rola xwe lîst, divê siyasetmedar çareser bikin’. Di wê baweriyê de me ku divê saziyên demokratîk û partiyên siyasî hê zêdetir zextê bikin. Enceq wiha bandora wê bibe. Vê jî bêjim mirov nikare rewaş Abdullah Ocalan ji mijara Kurd cihê bigire dest. Divê welatên Ewropayê jî bi çavdêriya pirsa Kurd mijarê bigire dest.

Dibe ku di mijara pirsa Kurd de cihê bifikirin, lê divê di girtina Abdullah Ocalan de divê helwest zelal be, ji ber ku haman mijar li welatên wan ba wê çawa bifikirîbana? Divê bidin nîşandan ku ev binpêkirinên giran ên mafê mirovan in.

Eger ku greva birçîbûnê veguhere bêdawîtiyê wê pir xeter be, wê li girtîgehan hê zêdetir girtî bikevin grevê. Divê rêz ji vîna girtiyan re bê girtin. Divê em destekê bidin grevên birçîbûnê, vîn û daxwazên girtiyan ji bo me girîng in. Daxwazên wan bi temamî qanûnî û rewa ne.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehên Herêma Marmara ya Komeleya Ji Bo Hiqûqnasan Azadî (OHD) Bariş Mahîr:

Daxwazên girtiyan pir vekirî ne; qanûnên heyîn bên pêkanîn. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Dixwazin Abdullah Ocalan jî mîna girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re bicive.

Ji roja ku Abdullah Ocalan hatî girtin û heta niha tecrîdekî pir giran heye. Ev merc bi kêfîbûn û bê cidiyetbûnê re tê girankirin. Statûya Îmralî bi qasî dijî hiqûqê ye ewqasî zêdetir dermirovî ye.

Ji bo li girtîgehan mafê jiyan û tenduristiyê bê parastin divê hê zêdetir hestyarî bê pêşxistin. Dibe pirsgirêkên cidî derkevin. Greva sala 2018’an destpêkir û heta 2019’an dom kir gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ji bo rewşekî wiha dernekeve, divê tavilê bikevin tevgerê. Berpirs Wezareta Edalet û hikûmet e.

Ji xwe li girtîgehan binpêkirinên mafam hebûn, lê bi şewbê re ev zêdetir bûn.Bi destpêkirina grevan re hê zêdetir kûr bûn.

Bi grevê re serdegirtinên li qawîşan zêdetir bûn, hejmara gardiyanan zêdetir bûn. Her wiha lêpirsînên disiplîn û dayîna ceza jî zêde bûn. Bi taybet ji bo xirakirina înfazê û dîsa astengkirina berdanê ceza tên dayîn. Girtî di nava girtîgehê de tên cezakirin.

Pirsgirêkên cidî yên girtiyan hene. Tavilê divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Eger daxwazên girtiyan neyên pêkanîn wê çalakî bidome. Daxwazên girtiyan rewan e. Bicihanîna qanûnên heyî jî wê pirsgirêkê bi dawî bike.Divê hiqûqa navneteweyî û saziyên mafê mirovan bikevin tevgerê.

Divê raya giştî li ber grevan dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku pêvajoyeke ne hiqûqî tê birêvebirin. Li dijî tecrîdê divê bang li wezaretê bê kirin.