Stranbêjê Kurd ê navdar Seîd Ûsiv koça dawî kir

Stranbêjê Kurd Seîd Ûsiv ê ji Qamişlo koça xwe ya dawî kir.

Yek ji navê girîng ê muzîka Kurdî Seîd Ûsiv li nexweşxaneyeke taybet a Stenbolê Zeytînbûrnûyê koça xwe ya dawî kir.

Li gorî agahiyên ku ji malbata Ûsiv hatine standin, Ûsiv ê ku ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê ji bêgavî xaka xwe berdayî, beriya bi 3 mehan ji ber sedema nexweşiya pençeşerê hate Stenbolê.

Zavayê Ûsiv Esad Daş ku li nexweşxaneyê ye, got, wê cezayê ûsiv bibin Qamişlo lê derfetên malbatê nînin.

Daş got divê xezûrê wî li Qamişlo were veşartin û ji bo ku cenaze derxînin bang kir destûr û derfetên hewce werin bicihanîn.