Siyasetmedarê Partiya Çep ji doza PKK’ê beraat kir

Siyasetmedarê Partiya Çep Heînz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, beraat kir.

Di Sibata 2019’an de ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ber bi bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Ev meş ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk a li Efrînê hatibû destpêkirin. Gelek çalakger û siyasetmedarên Elman jî tevlî vê meşê bûbûn.

Endamê Partiya Çep ê Meclîsa Eyaleta Baden-Wurtenbergê Heînz-Peter Schwertge jî tevlî vê meşê bûbû. Ji ber rozeta ku alaya PKK’ê sembolîze dikir, polîsên Elman Schwerge kiribû hedef. Polîsan bi darê zorê rozet derxistibûn û derbarê Schwertge lêpirsîn dabûn destpêkirin.

Dozgeriyê bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye xwest 2400 eûro cezayê pere li Schwerge were birîn an jî 60 rojan têkeve girtîgehê.

Di rûniştina dozê de Heînz-Peter Schwertge diyar kir ku ji bo piştgiriya gelê Rojava yên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe didin wî rozeta PKK’ê ber bi xwe kiriye. Heyeta dadgehê diyar kir ku li holê sûc tune û biryara beraatê da.

Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût li pêşiya dadgehê axivî û diyar kir ku divê siyaseta krîmînalîzekirinê ya li ser Kurdan bi dawî bibe. Schwerge jî diyar kir ku wê piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd.