Siyasetmedara ji Partiya Çep ji ber Erdogan hate destgîrkirin

Endama meclîsa şaredariya bajarê Alzey ê Elmanyayê siyasetmedar Dîlan Duzgun a ji Partiya Çep, bi îdîaya ku li ser hesabê xwe yê medyayê heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye, li balafirgeha Dalamanê hate destgîrkirin.

Siyaseta rejîma Erdogan a dîlgirtina welatiyên Elman dewam dike. Siyasetmedara ciwan a Kurd Dîlan Duzgun ku ji lîsteya Partiya Çep a Elmanyayê endama meclîsa şaredariya bajarê Alzey ê Eyaleta Rheînland-Pflazê ye, dema ku ji bo betlaneyê tevî malbata xwe li Tirkiyeyê bû, roja Înê hate destgîrkirin.

Hate gotin ku ji ber îdîaya 'li ser medya civakî heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye' sala 2017'an lêpirsîn lê hatiye vekirin û biryara girtina wê hatiye dayin.

Duzgun a 26 salî dema ku ji bo vegerê çû balafirgeha Dalamanê hate destgîrkirin. Malbata Duzgun li ser vê yekê serî li Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê da. Dîlan Duzgun ku bi îdîaya "ji bo rêxistina terorê kar kiriye" hate destgîrkirin, li ser hewldanên Elmanyayê doh êvarê hate berdan.

Tê gotin ku hikumeta Merkel ji bo bi rejîma Enqereyê re nekeve nava krîzeke nû ya dîlgirtiyan, bi lez û bez tevgeriya ye û di encamê de Duzgun piştî rojekê hatiye berdan.

Rejîma Erdogan ku par zêdeyî 10 welatiyên Elman girt û li dijî Elmanyayê bi kar anî, gelek tawîz ji hikumeta Merkel girtibû.