Serokê Parlamentê: Serdemeke nû li Başûr dest pê kiriye

Serokê Parlamentê Dr. Yûsif Mûhammed Sadiq got, "Divê dawî li hikumet û desthilatdariya ne qanûnî ye bê anîn. Pêwîste desthilatdarî û rêveberiyeke nû dest bi kar bike û dawî li gefên li ser parlamentê bê anîn."

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê yê sirgûnkirî Dr. Yûsif Mûhammed Sadiq li ser rewşa Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

'HURMETA WAN JI PARLAMENTÊ RE NÎNE'

Dr. Sadiq diyar kir ku sedema krîzên aborî, ewlekarî, leşkerî û siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ew e ku mafê gotin û biryarê ji saziyên bingehîn ên weke parlamentê re nehatiye dayin.

Sadiq destnîşan kir ku bi giranî partiyên siyasî, polîtburo yên partiyên siyasî biryarên li ser çarenûsa Başûr didin û got, "Biryarê bi xwe digirin. Kengî dilê wan dixwaze parlamentê vedikin, kengî naxwaze digirin. Wezîrên ku kêfa wan jê re nayên yekser ji wezîfeyê digirin û li şûna wan ên nû wezîfedar dikin. Vê yekê jî bêyî nêrîna parlamentê bigire yan jî hesabê vê bike, dikin. Ev, binpêkirina qanûnan e. Ev parlament ji aliyê gel  ve hate hilbijartin û gel erk daye parlamentê. Hurmeta van ji îradeya gel, ji parlamenta ku bi dengê gel hatiye hilbijartin re nîne."

ENCAMÊN REFERANDÛMÊ

Sadiq bal kişand ser encamên referandûmê û got, "Krîza kûr ku em ji 16'ê Cotmehê û vir ve dijîn, encama referandûmê ye. Referandûm di encama biryara desthilatdariya ne qanûnî de li Başûrê Kurdistanê hate kirin. Û rê li ber van pirsgirêkan û vê krîza kûr vekir."

Sadiq di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo referandûm bê kirin li parlamentê ti rûniştin nehat kirin û ji bo wê jî ti biryar nehate girtin. Weke serokê parlamentê ji bo betalkirin an jî nebetalkirina referandûmê nikarim tiştekî bêjim. Lê belê rastiya ku derketiye holê êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku encameke nebaş e. Referandûmê şert û mercên gelekî neyînî bi xwe re anî.

Ji ber referandûmê, gelek tiştên ku me bi xwîna bi hezaran şehîdên xwe bi dest xistin, di şevekê de me ji dest dan. Dixwazim ev yek baş were zanîn; dema ku baş li ser neyê kûrbûn, biryareke hevpar neyê girtin û kar li gorî plansaziyeke hevpar neyê kirin, encamên giran derdikevin holê. Encamên referandûmê ev yek bi rengekî vekirî raxist pêş çavan.

Ji ber vê yekê min di daxuyaniya xwe ya piştî 17'ê Cotmehê de got, "Divê em êdî sînorekî deynin ber vê desthilatdarî û rêveberiya ne qanûnî. Divê em bînin cihekî welê ku hurmetê nîşanî dengê gel û demokrasiyê bide'."

'DIVÊ HÊZÊN LEŞKERÎ NE YÊN PARTIYAN BIN'

Li ser rewşa hêzên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê jî Dr. Sadiq got, "Li Başûrê Kurdistanê hin partî xwedî hêzên pêşmergeyan e, di nava hêzên ewlekariyê de hêzên wan hene. Hin hê di dema hevrikiyê de ji bo berjewendiyên xwe van hêzan ji bo destwerdanê bi kar tînin.

Divê tevahiya hêzên leşkerî ji vê rewşê bên derxistin û ti ji wan nebe hêzeke partiyan. Divê hêzên leşkerî û pêşmerge ji bo berjewendiyên siyasî neyên bikaranîn. Di hevrikiya siyasî de lazim e ev hêz ji bo berjewendiyan neyên bikaranîn. ji bilî parastin û ewlekariya welêt divê ti erka hêzên leşkerî û pêşmergeyan tine be. Ya rast jî ev e. Di destûra bingehîn a Iraqê de, di destûra bingehîn a Başûrê Kurdistanê de ev tê nivîsandin."

ÎSTIFAYA BARZANÎ

Serokê Parlamentê Yûsif Mûhammed Sadiq bal kişand ser îstifaya Mesût Barzanî û wiha dewam kir: "Ji bo nirxandina nameya îstifayê ya Serokê Herêmê, parlament li hev civiya. Biryarek stand. Biryara hate standin ji aliyê hiqûqî ve pirsgirêkên xwe yên cidî hene. Lê belê dîsa jî ji aliyê giştî ve erênî ye. Biryara li ser qedandina dema wezîfeyê ya serokê herêmê ku rê li ber vê krîzê vekir, di warê giştî de biryareke erênî ye."

BANGA LI PARTIYAN

Dr. Sadiq got, tevî ku parlament û ketina Hewlêrê lê hatiye qedexekirin jî ew weke serokê parlamentê vê bangê li hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê dike: Ji ber polîtîkayên we yên heta niha, vê şikestinê rû da. Şikestin ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve rû da. Polîtîkayên we rê li ber şikestina neteweyî vekir.

Êdî dema afirandina rêveberiyeke nû, desthilatdariyeke nû hatiye. Bêyî ku vê şikestinê mezintir bikin, em rêveberiyeke nû li ser hîmên qewîna va bikin. Bi rêveberî û desthilatdariya nû ya li ser bingehên xurt, em paşerojê misoger bikin. Eger em vê nekin, divê em zanin ku rojên zor û zehmet li pêşiya me ne. Êdî dem hatiye ku em partiyên siyasî hinekî bidin aliyekî û bi rêya parlamentê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Avêtina gaveke bi vî rengî zarûrî ye. Ji bo vê şert û merc afirîne. Eger partiyên siyasî nebin asteng, em dikarin vê yekê bi hêsanî bi ser bixînin."