Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê bû hedefa êrîşê

Li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê ji aliyê kesên nenas ên çekdar ve êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat.

Êrîşa li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê danê sibehê saet 5'an pêk hat. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji wesayiteke spî ya li ser rêya Bûlwara Ataturk, gule li avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê hatin reşandin. Êrîş li ber deriyê bi hejmara 6'an pêk hat û dengê çend fîşekan hate bihîstin.

Êrîş li dijî kulûbeya ewlekariyê hate kirin û yek ji fîşekan li cama wê ket. Tiştek bi kesî nehat.

Wesayita ku plaqeya wê hîn nehatiyet tespîtkirin, ji bûlwarê ber bi aliyê kolana Cînnah ve çû.