Saziyên Êzidiyan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewrûpayê, NAV-YEK, TAJÊ, HCÊ Û NÇÊ êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Saziyên Êzidiyan ên li Ewrûpayê, NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan), TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan), HCÊ (Hevgirtina Ciwanên Êzîdî), NÇÊ (Navenda Çanda Êzîdxan) bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevpar de ya saziyên Êzidiyan ên li Ewrûpayê ev tişt hatin diyarkirin:

"Dewleta Tirk dixwaze pêşiya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bigire û jixwe dewleta Tirk bi her cureyî alîkarî daye çeteyên DAÎŞ Û Cephet El Nusra.

Em li hemberî van êrîşan bang li kesên pêşverû, demokrat û dewletên cîhanê dikin. Niha em wek civaka Êzdiyan û gelê Kurdistanê li Efrînê bi fermaneke wekî ya Şengalê rû bi rû ne. 

Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê Kurd li cîhanê dikin ku em li erkên xwe yên mirovahiyê û demokrasiyê xwedî derkevin. Heman demê em bang li hemû Êzdiyên cîhanê, taybetî li yê Ewropa û li deverên din dikin ku bila li hemberî dewleta Tirk bêdeng nemînin. Artêşa dewleta Tirk îro bi dehan gundê me topbaran dike, zarok û biçûkên me qetil dike. 

Divê em bi ruhê berxwedana Kobanê û Şengalê bi rêka cangoriyên nemir wek Viyan, Arîn û Tolhildan, Berxwedan li erkê xwe yê resen li Êzdiyên Êfrînê xwedî derkevin.

Divê em derfet nedin dewleta faşîst a Tirk, bi van êrîşên xwe yên nemerd û hovane gelê me yê li Efrînê bi fermaneke wek Şengal û Kobanê rû bi rû bimînin."