Sarikaya: Berxwedan didome, tişta esas fikrên Ocalan e

Çalakgerê li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya diyar kir ku ew berxwedanê didomînin û ew ê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bikin bingeh.

Di 17’ê Kanûnê de 14 çalakgeran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û berxwedana li Strasboûrgê didome.

‘BERXWEDAN QEDERA GELÊ KURD DIYAR DIKE’

Çalakger Mûstafa Sarikaya diyar kir ku berxwedana wan 160 roj in didome û berxwedana herî mezin jî li Îmraliyê ji aliyê Ocalan ve tê kirin.

Sarikaya diyar kir ku piştî hevdîtina bi Ocalan, hemû cîhan li benda gotinên Ocalan e û ew jî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.

Sarikaya diyar kir ku berxwedan qedera gelê Kurd diyar dike û armanca çalakgeran ev e ku tecrîd were şikandin. Sarikaya diyar kir ku piştî hevdîtina bi parêzeran re, parêzer a niha çalakgeran agahdar dikin.

Sarikaya diyar kir ku berxwedan didome û digihêje armanca xwe. Sarikaya bal kişand ser vî tiştî ku peyama Ocalan ew ê ji bo wan peyameke bingehîn be û ew ê jî helwesta xwe li gorî vêya eşkere bikin.

Sarikaya got ku “Daxwazên şênber ên vê çalakiyê hene. Cara duyemîn bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Em dixwazin di vî warî de agahiyan bistînin. Ji bo me tişta girîng û bingehîn peyama Ocalan e.”

Sarikaya bang kir ku bila raya giştî li benda daxuyaniya parêzerên Ocalan be.