Salvegera roja destpêkirina qirkirina Kurdan

Îro di dîroka Kurdistanê de rojeke bûyerên girîng tê de qewimîne. 92 sal berê Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên wî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin. Di heman rojê de, 18 sal berê cezayê darvekirinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat birrîn.

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de roja 29'ê Hezîrana 1925'an rojeke reş, rojeke bi êş û xem e.

Di heman demê de destpêka pêvajoya qirkirin, komkujî, koçberkirin, asîmîlekirin û malwêrankirinê ye.

Qonaxa man û nemanê ya Kurdan e. 

Dewleta Tirk a 1923'an li ser qewmiyetperestiya Tirk hat avakirin, 1925'an bi armanca tinekirinê êrîş birin ser Kurdistanê.

13'ê Sibatê li Pîranê, berxwedana Kurdan pêşwext ango amadekariyên xwe temam nekirî destpê kir.

Di demeke kin de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji dewleta Tirk hatin stendin.

Lê 14 Nîsana 1925'an, damezrînerê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibrî tevî Yusiv Ziya û çend hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve li Bedlîsê hatin darvekirin.

Piştî ku serekên berxwedana Kurd û Kurdistanê hatin darvekirin jî xebatên li dijî dagirkeriya jontirk û Îttîhad Teraqiyan dewam kir.

Di berxwedana li Amedê de şervanên Kurd neçar man vekişin.

Bi vê bûyerê re serdestiya eskerî destguhert û li ser xiyaneta Bînbaşî Qasim ku di heman demê de hevlingê Şêx Seîdê Kal bû, Şêx Seîdê Pîran li Vartoyê êsîr ket destê eskerên dewleta tirk a dagirker.

29'ê Hezîrana 1925'an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, hatin darvekirin.

Dewleta Tirk, berxwedana Kurdan a li dijî dagirkeriyê, li derve weke serhildana dînî ya paşverû û li hundir jî weke tevgereke kurdî ya qewmî ya cihêkar nîşan da.

Dewletên hegemon ê wê demê di berdêla Mûsil û Kerkûkê de çavên xwe li vê qirkirinê girtibûn.

Dewleta Tirk ji wê rojê heta îro bi gelek awayan, komkujî, koçberkirin, talan, kuştin, asîmîlasyon û qirkirina Kurdan dewam dike.

Heman dewleta Tirk komploya navneteweyî li dijê Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê gihand encamê û Ocalan êsîr kir.

Roja êsîrkirina Ocalan li roja berxwedana Kurdan rast tê.

Dewleta dagirker, 29'ê Hezîrana 1999'an jî cezayê darvekirinê li Ocalan birrî.

Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî di pirtûkên xwe yên li Îmraliyê nivîsî de, 1925'an weke roja destpêkirina qirkirina Kurdan bi nav dike.

Dewleta Tirk a dagirker, îro jî li her dera dinyayê xwe li hebûn û pêkhateya Kurdan ranagire û her hebûna Kurd a rêxistinkirî weke terorîst bi nav dike.