BI DÎMEN

Salvegera 46’an a PKK’ê bi coş hate pîrozkirin

Di şahiya li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê hatî lidarxistin de, ev tişt hate gotin: “PKK li dora Rêbertî şêwe girt, bû gel û îro jî bûye gerdûnî. Weke gelê Kurd û saziyên gelê Kurd, em li dora Rêber Apo ne.”

Li banliyoya Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê, bi sedan Kurdistaniyan bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahî lidar xistin.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Bel û Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancy bi rengekî hevpar şahî lidar xistin. Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê, destpê kir.

Piştre Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan û Şahîn Polat û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar yek bi yek axivîn.

Xanê Akdogan salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “Gelê me bi hêza ku ji Rêber Apo digire, têdikoşe. Rêber Apo ji me hemûyan re silav şand. Em ê bi coş û morala ku me ji silava Rêber Apo wergirtî, li her qadê têkoşînê mezin bikin û berpirsyariya li ser milê xwe bi cih bînin. Dîroka berxwedana mezin a 46 salan, wê di sala 47’an de bi ser bikeve.”

Şahîn Polat jî diyar kir ku ew ji bo bibin layiqê Rêber Apo, têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya dawî de jî me dît ku tişta dibe sedemê serketina me, xeta fedayîtiyê ye. Ez ji vir car din hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ji bo em bibin layiqê têkoşîna wan, çi ji destê me were em ê bikin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser çîrok û qonaxên damezrandina PKK’ê û wiha got, “PKK beriya 46 salan hate damezrandin. Rêber Apo piştî şehîdê me yê mezin hevrê Hakî Karer, biryara partîbûnê da. Di vê çarçoveyê de bi kadroyên destpêkê re amadekarî kir û partiya me PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de ava kir. PKK weke tevgereke Rêbertî derket holê. Tevger li dora Rêbertî şêwe girt, bû gel û îro jî bûye gerdûnî. Dewleta Tirk weke dewleteke komploger hate avakirin. Beriya 100 salan xwest gelê Kurd bi komployan tasfiye bike. Dewleta Tirk hesab kir ku Rêber Apo ji gel qut bike, lê vale derket. Rêber Apo rêberê gelekî, rêberê gelan e. Dewleta Tirk îro jî li pey komployê ye. Weke gelê Kurd û hemû saziyên gelê Kurd, em li dora Rêber Apo ne. Muxatabê aştiyê Rêber Apo ye. Rêber Apo îradeya me ye, nûneriya îradeya me dike. Em ê heta dawiyê li pey vê îradeyê bin. Em ê sala 47’an a têkoşînê, bikin sala serketinê û Rêber Apo hembêz bikin. Sala 46’an a PKK’ê li Rêber Apo û gelê me pîroz be.”

Piştî axaftinan Hozan Şemdîn, Nûarîn, Farqîn Azad, Îbo Qamişlo, Hozan Maruf, Ulaş Kelaşîn, Tuncay Dilêmin û Devrim Azad derketin ser dikê. Gel bi stran û sirûdan govend gerand û sala 46’an a PKK’ê bi coş pîroz kir.

Her wiha di şahiyê de sînevîzyona li ser dîroka têkoşîna 46 salan a PKK’ê, hate temaşekirin.