Salih Muslim: Bi çekên NATO’yê sîvîl tên kuştin

Nûnerê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Nûnerê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xist. Saziyên çapemeniyê yên Elmanya û navneteweyî eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.

Muslum diyar kir ku ew dizanin Tirkiye piştgiriya komên terorîst dike û got, “Dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi vê êrîşê re herêma xwe mezintir bikin. Qala Mîsak-î Mîllî dikin a ku Helep û Rojava tê de ye û heta Kerkuk-Misûlê didome. Bi vî şerî re dixwazin van herêman têxin bin kontrola xwe.”

“GELÊ EFRÎNÊ, EFRÎNÊ DIPARÊZE’

Muslum diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide komên wekî El Nusra û DAÎŞ’ê got û “Gotina rast, wan DAÎŞ ava kirin. Piştî ku DAÎŞ’ê Misûl dagir kir, Tirkiye bi xwe dibêje ku me têkilî bi wan re danî. Piştî ku êrîşên li ser Efrînê hatin destpêkirin, Tirkiyeyê 50 otobus çete yên ku endamên berê yên DAÎŞ’ê jî di nav de bûn, anîn herêmê.”

Muslum diyar kir ku Efrîn xwe diparêze û got, “A niha gelê Efrînê, Efrînê diparêze. Li Efrînê nêzî 800 hezar kes dijîn û nêzî 400 hezar penaber hene. Ne bi tenê Kurd, gelên din ên li Efrînê jî herêmên xwe diparêzin. Sîvîlên li wê derê bi derfetên xwe rahiştine çekê û li ber xwe didin. Wekî ku hûn jî dizanin ku dewleta Tirkiyeyê êrîşî kesên sîvîl dike. Dewleta Tirk bi çekên NATO’yê êrîşî milyonek û 200 hezar kesên sîvîl dike. Li wê derê jin û zarokên sîvîl di êrîşan de tên qetilkirin.”

“TENÊ PENABER JI EFRÎNÊ DERKETIN”

Muslum bal kişand ser vî tiştî ku siyaseta navneteweyî li hemberî êrîşên li ser Efrînê yên Tirkiyeyê bêdeng e û got “Heta niha me helwesteke baş nedît. Tenê DYA dibêje bila kesên sîvîl neyên kuştin. Mirovên li wê derê jî dibêjin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heta niha 30 hezar kesan Efrîn terikandin. Ew jî penaber in.”

Muslum bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî banga ‘êrîşî sîvîlan nekin’ nekiriye û got, “Em hemû dizanin ku DAÎŞ ji bo cîhanê rêxistineke bi xeter e. Tirkiye DAÎŞ’ê li hemberî qada navneteweyî bi kar tîne. Dewleta Tirkiyeyê li Efrînê çekên kîmyewî bi kar anî û cîhan li hemberî vî tiştî bêdeng ma.”

Muslum diyar kir ku çek û tankên Elmanyayê li Efrînê li dijî sîvîlan tê bikaranîn û got, “Ji bo bikaranîna van çekan şertên NATO’yê heye lê Tirkiye li gorî van şertan tevnagere. Di heman demê de Tirkiye komên li Îdlîb û Helebê dişîne Efrînê. “

‘BILA EWRÛPA XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE’

Muslum axaftina xwe wisa domand, “Ji destpêkê ve em federalîzmê diparêzin. Li cîhanê gelek mînakên vî tiştî hene. Lê Tirkiye vî tiştî naxwaze. Me bangî rêveberiya Sûriyeyê kir û me got ‘Werin sînorên xwe biparêzin’ Êrîşên Tirkiyeyê domiya lê rejîmê bersiv neda vî tiştî. Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin lê heta niha di navbera me de tu peyman nehatiye çêkirin. Ez dîsa dibêjim, li Efrînê me û rejîmê peyman çênekiriye.

Li hemberî êrîşên li ser Efrînê her kes bêdeng e. Bêdengbûn tê wateya piştgiriyê. Em dixwazin Yekîtiya Ewrûpayê di çarçoveya rêgezên xwe de li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike. Tirkiye ji bo muzakereyên bi Yekîtiya Ewrûpayê pereyan werdigire û bi van pereyan çekan dikire û berê van çekan dide me. Em dixwazin ku Ewrûpa bila xwedî li nirxên xwe derkeve.”

‘HEVDÎTINÊN BI REJÎMÊ JI SER RÛSYAYÊ TÊ KIRIN’

Muslum axaftina xwe wisa domand, “Li Efrînê hê tu peymanên me bi rejîmê re tune. Divê Sûriye sînorên xwe biparêze lê hê Sûriyeyê gaveke wisa neavêtiye. Heke peyman were çêkirin ew ê leşkerên Suriyeyê sînor biparêzin. Rûsyayê hê di serî de ji me re got, Yan ew ê Tirkiye were yan jî hûn ê li herêmê hêzên rejîmê qebûl bikin.”

Muslum diyar kir ku ew naxwazin feraseta kevn a rejîma Baasê têkeve Efrînê û heke tiştekî wisa pêk were, ew ê li ber xwe bidin.

Muslum herî dawîn diyar kir ku li hemberî wan antî-propaganda tê kirin û got, “Elmanyayê alayên me qedexe kir. Ev qedexe nayên qebûlkirin. YPG û YPJ nirxên me ne, em ê xwedî li van nirxên xwe derkevin. Divê hikumeta Elmanyayê vê biryara qedexekirinê careke din ji ber çavan derbas bike.”