Rûdaw li Maseya Edîtor a AA’yê çi dike?

Rûdaw xwe weke 'organeke medya Kurd' pênase dike. Lê belê têkiliyên 'nûçegihanên' wê yên bi rejîma Tirk re gumanên mezin çêdikin. Rûdaw vê carê li ser Maseya Edîtor a AA’yê hate dîtin.

Rûdaw, ku ji roja ava bûyî her tim bûye mijara nîqaşan, ji ber alîgiriya xwe ya bi rejîma Enqereyê re dibe sedema bertekan. Bi taybetî weşanên PDK'ê yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û êrîşên li Şengal û qadên din, gumanên li ser têkiliya vê saziyê bi rejîma Enqereyê re zêde kirin.

Di êrîşên ser Rojava de heman xeta wê ya weşanê, derxistina ser ekranê ya çeteyên bi navê OSO, car caran teşîrkirina YPG’yiyan û nûçegihaniya ku dagirkeriya Tirk meşrû dike, ew raman çêkiribû ku Rûdaw jî ‘parçeyek ji medyaya hawizê’ ya AKP’ê ye.

Herî dawî di demeke wiha de ku êrîşên dagirker ên li ser Efrînê çêdibin, Rûdaw li ser Maseya Edîtor a AA’yê, ku saziya çapemeniyê ya rejîma Erdoğan e hate dîtin. Vê jî îdîayên ku Rûdaw ji hêla îstîxbarata Tirk ve tê rêvebirin xurt kir.

Mêvanê Maseya Edîtor Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu ye. Li dorê jî yên ku bi navê ‘nûçegihan’ têne rabekirin, ‘hilbijartî’ hene. Ji ber ku ji hêla her kesî ve tê zanîn ku medyaya Tirk bi giştî êdî di kontrola rejîma AKP’ê de ye, ti guman jê nîn e ku yên li dora maseyê alîgirên rejîmê ne. Bi gotineke din, Rûdaw bi rengekî eşkere dibe saziya medyayê ya nêzî AKP’ê. Di rejîmên dîktator de, ne pêkan e ku rojnameyeke muxalîf tevlî bernameyeke wiha bibe ku berê hatiye hazirkirin. Nexasim ku ev Anadolu Ajansı (AA) be ku nixumandina hemû sûcên rejîmê dabe ser xwe.

ENQERE ÇI PEYWIR DA RÛDAWÊ?

Roja ku Maseya Edîtor hatiye danîn 22’yê Adarê ye. Piştî ku navenda Efrînê hate dagirkirin bi 4 rojan. Mijara sereke ya bernameyê jî ev dagirkerî û planên piştre yên dagirkeriyê ne. Wezîrê Tirk gotina nîjatperest ‘şevekê ji nişka ve em dikarin werin’ dubare dike û dibêje ev ji bo Şengal, Qendîl, Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe.

DELÎL HEWCE NE?

Encamên civînê çawa bûn? Delîl lazim in? Bi tena serê xwe hebûna Rûdawê ya li ser maseya AA’yê delil e, axaftin û encamên li wir jî vê zexmtir dikin. Di demeke wiha de ku Çavuşoğlu behsa dagirkirina Başûr dike balafirên Tirk Başûrê Kurdistanê bombe dikin û 4 gundî hatin kuştin. PDK jî li şûna Enqereyê PKK tawanbar kir. Jê xirabtir, 3 aktîvîstên ku êrîşa 22’yê Adarê ya ser bajarokê Qesrê ya Hewlêrê şermezar kirin ji hêla asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Encam ev e: Enqere peywir daye Rûdawê ku sûcên Tirkiyê wê bikin, veguherînin helwesta dijî PKK’ê. Ji bo ku mirov bigihije vê encamê pêdivî bi delîlan tine. Dema ku AA, Rûdar, gefên dagirkirinê yên Çavuşoğlu, bombekirin, kuştina sivîlan, sûcdarkirina PKK’ê mirov bîne cem hev, her tişt berbiçav dibe.

Her wiha belgeya wê jî heye. Beriya niha WikiLleaksê bi belgeyan weşandibû ku 6 xebatkarên Rûdawê ji MÎT’a Tirk re dixebitin. Lê diyar e ku têkiliya wan a bi rejîmê re ne tenê têkiliya bi 6 kesan sînordar e, Rûdaw parçeyek ji planeke dagirkirkirinê û sûcê şer ê rejîma Tirk e.