Ronak Mecîd: Şengal aram e, piştgirî bidin Şengalê

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd destnîşan kir ku Şengal aramî û aştiyê temsîl dike û bang li hêzên siyasî hemûyan kir ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Şengalê.

Endama Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd a li gel şandeya bi pêşengtiya Parlemetera Iraqê û endama Desteya Mafê Mirovan a Iraqê Yûsra Yeceb serdana Şengalê kir, çûn serdana Goristana Şehîdan a Çiyayê Şengalê kir.

Ronak Mecîd têkildarî serdana xwe axivî û di serî de bi rasthatina Çarşema Sor yek ji cejnên herî qedîm û pîroz a Êzidiyan e Çarşema serê Nîsanê pîroz li hemû civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz kir. 

Mecîd bal kişand ser civaka Êzidî û got: “Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar û qedîm a gelê Kurd e.”

Mecîd anî ziman ku ev goristana ew niha lê nîşaneya Berxwedana civaka Êzidî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ye. 

‘DI SERÎ DE DEWLETA TIRK Û PDK HEMÛ DAGIRKER JI RÊXISTINA ÊZIDIYAN DITIRSIN’

Endama Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd wiha domand: “Civaka Êzidî ya piştî fermana li Şengalê xwe rêxistikirî dide nîşandan ku bi vê bîr û baweriyê dikare li dijî her cûre êrîşên hov ên cîhanê bikare xwe biparêze. Di serî de dewleta Tirk a dagiker û PDK dîsa hêzên mêtinger ji vê felsefê û baweriya Êzidiyan ditirse. Ji bo wê ev hêz tim di nava pîlanên cuda û bi rengên cuda li herêmê bidin pêkanîn de ne.

Civaka me ya Êzidî jî gihaye wê bîr û bawerî û dîsa rêxistina xwe avakiriye ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Bikar xwe bi rêve bibe û dîsa xwe biparêze. 

Ji ber ku li ser vê xakê bi hezaran keç û xortên ji dever û herêmên cuda hatin xwîna xwe rijandin. Şehîdan yekîtiyeke netewî li Şendal dan avakirin. Dan nîşandan ku ev der esas e ji bo gelê Kurd û qadekî stratejîk e.”

‘ŞENGAL ARAM E, EV JÎ BI ZORA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê DIÇE’

Mecîd têkildarî serdana xwe jî axivî û wiha pêde çû: “Yek ji armana me ya hatina vir aramî û rewşa li Şengalê bidin nîşandan e. Şengal aram e, ev yek jî bi zora dijmin diçe û kelemek di çavê dijmin re.”

‘ŞENGAL BIKIN NIMÛNEYA XWERÊVEBERIYÊ’

Ronak Mecîd bang li gelek aliyan kir û got: “Em ji vir bang dikin ku divê gelê Kurd yek bigirin. Li dijî her cûre êrîşên dagikeriyê yên ku dixwazin qira gelê Kurd bînin û Kurdan tine bikin, bibin xwedî helwest û rawestin. Divê em hemû alî bên gel hev û Şengal weke nimûneyek a yekîtiya Kurdî ji bo gelê Başûr bidin nîşandan. Bidin nîşandan ku gel bi xwe xwe bi rêve bibe.

‘SÎSTEMA LI BAŞÛR NIKARE CIVAKÊ RÊVE BIBE’

Em dibînin li Başûrê Kurdistanê sîstema heyî bi krîz û nakokiyan dinale, gel hejar e. Ev sîstem nikare gel bi rêve bibe. Ji bo wê divê welatiyên Başûrê Kurdistanê aramî û sîstema xwerêveberiyê ya li Şengalê bibîne û ji bo xwe bike nimûne. 

‘JI BO BIBIN XWEDÎ DÎROKE SPÎ, NE TENÊ XWEDÎ LI ŞENGALÊ XWEDÎ LI KURDISTANÊ DERKEVIN’

Em bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kudistanê dikin, bi taybet bang li PDK’ê dikin; ji ber ku niha Başûrê ew bi rêve bidin. Ji bo wê yekê bang dikin û dibêjin PDK’ê; dewleta Tirk a dagiker û dijminên gelê Kurd ti ferq û cudahî naxe nava gelê Kurd. Divê li xwe vegere û dev ji van nêzîkatiyên xwe yên xiyanetkarî berdin. Eger vê neke dîrok efû nake. 

Ji bo aliyên din ên siyasî jî dibêjin werin piştevaniya civaka me ya Êzidî bikin. Ji ber ku dîrok van rojan dinivîse. An wê bibin xwedî dîroke reş an jî spî. Ji bo wê yek ku eger her aliyek bixwaze li gel civakê cih bigire, divê dîrokek spî ji bo xwe çêbike. Ew jî piştevaniya bi Şengalê heta ne tenê bi Şengal li her çar parçeyên Kurdistanê piştevaniya yek bikin. Ji bo şikandina dijmin, yekîtî pêwîst e.”