'Erdogan Tirkiyeyê ber bi dîktatoriyeke bêsînor ve dibe'

Rojnamegerên Kerkûkê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve şermezar kirin û piştevaniya xwe bi HDP’ê re anîn ziman.

Rojnamegerên bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku bûyerên li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê çêdibe darbeya li dijî demokrasiyê ye.

‘AKP Û ERDOGAN NAXWAZE KURD DI TU RÊVEBERIYAN DE CIH BIGRIN’

Rojnameger Sermend Sebah: Em rojnameger bajarê Kerkûkê darbeya ku li hemberî hevşaredaran û gelê Bakurê Kurdistanê pêkhatî bi tundî şermezar dikin, li bajarên ku hevşaredarên vê ji Kurdan standin mafê Kurdane ku van bajarane birêve bibe ji ber ku piraniya dengan bi dest xistiye. Ev darbeya ku çend roj beriya niha li hemberî hewşaredarên HDP’ê pêkhat nîşan dide ku AKP û Erdogan naxwaze ku Kurd di ti rêveberiyekê de cih bigirin, çi li Bakur be yan li Tirkiyeyê û çi jî di rêveberiyeke îdarî, leşkerî û her rêveberiyeke din be.

‘HERTÎM KURD NEÇARÎ XEBATA ÇEKDARÎ KIRINE’

Rojnameger, nivîskar û çavdêrê siyasî Bûrhan Hacî Suleyman: Tişta ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê derbas dibe darbeyeke li hemberî rewatî, pîvanên demokrasiyê û dengê gel; pêkanînanên wiha nîşan didin ka çima Kurd dest daye xebatê çekdarî, dema ku Kurdan kariye bi xebatek siyasî û demokratîk xwerêveberiyekê damezrîne dijminan li hemberî destkevtên gelî Kurd darbeyek pêkaniye, lewre Her dem Kurd neçar kirine ku bi xebatê çekdarî li dijî dijminan bisekîne. Tişta ku niha li Tirkiyeyê rûdide ji bo pêşeroja ev welatê ku Erdogan vê bi temamî ber bi dîktatoriyeke bêsînor dibe sînyala metirsiyê ye, dîktatoriya Erdogan ya binpêkirina mafê gelan ji ya serdema Ataturk pir xirabtir e, ev yek hebûna Kurdan li vê beşa girînga Kurdistanê dixe metirsiyê.”

‘AKP BI RÊYA ZORÊ HEVŞAREDAR JI PEYWÎRÊ GIRTIN’

Rojnameger Rewend Talib: Darbeya ku li Bakurê Kurdistanê çêbû ji bo hemû Kurd û demokrasî xwazan cihê fikarane, hevşaredarên HDP’ê bi dengê gel hatine hilbijartin lê niha dibînin ku AKP’ê bi rêya hêz û zextên cûrbecûr hewşaredar ji kar dûrxistine û kesên ne nas anîne bajêr û dixwaze li ser vîna hemwelatiyên bajêr de bisepîne.Pêwîste ew welatên ku bangewaziya demokrasî û wekheviyê dikin li hemberî vê darbeya Erdogan dengê xwe derxînin. Em rojnamegerên bajarê Kerkûkê vê binpêkirinên dewleta Tirk ku hemû pîvanên demokrasiyê binpê dike û ber bi dîktatoriyeke bêsînor ve diçe şermezar dikin û vê yekê qebûl nakin. Pêwîste hemû hemwelatiyên azadîxwaz û demokrasîxwaz û ew welatên ku banga demokrasî û wekhewiyê dikin li hemberî vê darbeya Erdogan û AKP’ê ya li dijî gelê Kurd dengê xwe derxînin.