Roja ku Rojhilata Navîn hejand: 19'ê Tîrmeha 2012'an

Rojava ku beden/beşa herî biçûk a Kurdistanê ye, 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir.

Sosyalîst û rojnamevanê Amerîkî John Reed sala 1917'an şahidî ji Şoreşa Cotmehê ya li Rûsyayê re kir. Û piştre ev şahiya xwe kir berhemeke nemir. Navê berhemê wiha bû: "Deh rojên ku cîhan hejand"

Di nava van deh rojan de çîna karker bi serketinê derdiket ser dika dîrokê û hesabê hezaran salan dipirsiya. Lewma di vê pêvajoyê de ku her kêliya wê hejîner bû, deh rojan têrê dikir ku cîhanê şok bike.

19'ê Tîrmeha 2012'an jî ji aliyê gelek kesî ve weke rojeke ji rêzê dikare bê dîtin. Lê rastî ne bi vî rengî ye! Eger mirov bixwaze vê demê bi hevokekê pênase bikin, dikarin bêjin: "Roja ku Rojhilata Navîn hejand".

Lewma 19'ê Tîrmehê ji her alî ve dîrokeke bi hêvî ye.

Rojava ku beden/beşa herî biçûk a Kurdistanê ye, 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir. Çarenûsa 3 milyon Kurdan a ku bi salan di bin dagirkeriya rejîma Sûriyeyê de bûn, weke serhildaneke li dijî statukoya netewe-dewletê derkete holê û veguherî şoreşê.

Tevgera Beasê nûneriya nijadperestiya Ereban dikir û ber bi dawiya salên 1950’î ve hêza xwe zêde kir û bi derbeya sala 1963’an re hate ser desthilatdariyê. Hafiz Esad ê ku ew ê mora xwe li nijadperestiya Ereban û desthilatdariya Beasê dabû, piştî ku di sala 1971’an de bi dengdana gel bû serokê dewletê ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe zend û bendên xwe bada. Dînamîkên kom û civatî yên ku li dijî rejîma wî derdiketin jî zext li wan kir. Esad di nav sînorê welat de xwest nasnameyeke Sûriyeyê bide hemû kesan û lêgerîna nasnameyê ya beşên civakî jî bi zor û zextan asteng kir. Beas a ku 49 salan desthilatdar bû, di hemû pêvajoyan de gelê Kurd wekî ‘xetereyeke potansiyel’ û ‘hêmana herî bi xetere’ pênase dikir û polîtîkayên xwe gorî vî tiştî ava kir.

Herêma Cizîrê ber bi dawiya salên 1950’î ve bi koçên gelê Kurd re, hejmara Kurdan li wê derê 300 hezar derbas kir. Rejîmê biryar da ku li herêma Cizîrê nifûsê hilbijêre û di encama vî tiştî de nêzî 200 hezar Kurd bûn biyanî û mafên wan ên hemwelatîbûnê ji destê wan hate stendin.

Polîtîkaya wisa hate pêkanîn ku Kurdên li herêmê dijîn di nav Sûriyeyê de werin belavkirin û li hemberî vî tiştî Ereb li van herêman werin bicihkirin. Bi vî tiştî re hate xwestin li herêma Kurdan ‘Kembera Ereban’ were çêkirin. Lê dema ku Kurd bi berxwedanê re li dijî vî tiştî derketin, rejîma Beasê piçekî be jî bi paş ve gav avêt. Rejîm a ku nekarî Kemera Ereban ava bike, şertên jiyanê yên Kurdan roj bi roj girantir kir. Weşanên bi Kurdî û axaftina bi Kurdî qedexe kir, navên cihan ên bi Kurdî kir Erebî. Rejîmê di sala 1963’an de wekî Plana Islahata Şarkê ya Tirkiyeyê hin polîtîka xist meriyetê û 12 xalên qirkirinê da destpêkirin. Yek ji van jî xalîkirina herêmê û bicihkirina Ereban a li herêmê bû. Ya din jî ev bû ku bênasname were hiştin û wekî hemwelatî neyên qebûlkirin. Beas a ku dixwest desthilatdariya xwe di asta mîkro de jî bi cih bike, di navbera du gundên Kurdan gundekî Ereban da bicihkirin û erdên Kurdan ji destê wan girt. Lê ev plan baş nehate kirin. Ji ber berxwedana li hemberî vê biryarê hikumetê bi paş ve gav avêt. Li hemberî vî tiştî şertên Kurdan roj bi roj girantir bû û mafê wan bi paş ve çû.”

Piştre jî pêvajoyên giran li ser Kurdan hate pêkanîn.

Di Sînemaya Amûdê de qirkirinek pêk hat û 300 kes hatin qetilkirin.

Hovîtiya Girtîgeha Hesekê hê jî tê zanîn. Di Adara 1993’an de 65 Kurdên ku piraniya wan siyasetmedar bûn, di odeyekê de hatin şewitandin. 65 girtiyên Kurd hatin qirkirin.

Di 11’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê li dijî gelê Kurd qetlîamek hate kirin. Qirkirina li stadyûmê domiya û bi rojan êrîş hate kirin. Di van êrîşan de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 100 kes birîndar bûn û nêzî hezar êşkence li wan hate kirin. Li hemberî vê qetlîama rejîma Beasê gelê Kurd PYD ava kir û bersiv da qetlîaman.

Qetlîama Qamişloyê destpêkek e. Dînamîkên 19’ê Tîrmehê di vê dîrokê de veşartiye.

Rojava a ku parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî cîhanê kir.Qedera 3 milyon Kurdên ku di bin dagirkeriya rejîma Sûriyeyê de bûn, bi berxwedanê re bû şoreşek.

Beriya her tiştî divê mirov diyar bike ku dîroka destpêka Şoreşa Rojava 1979 e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ser sînor derbasî Kobanê bû, destpêka bingehîn ev e. Nêzî 20 salan li Rojava û Sûriyeyê Ocalan ked ked da û sînerjiya ku li vê derê daye avakirin, tevgerîn û destkeftin di sala 2012’an de şênber bû.

Di sala 1920’an de Sûriye û Fransayê şer kir û di vî şerî de têk çû. Ji ber vê jî Sûriye 26 salan di bin mêtinkariya Fransayê ma lê di sala 1946’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Ji vê salê heta salên 1970’ê ji ber derbeyan ji kaosê rizgar nebû. Bi avakirina Komara Ereban a Yekgirtî (1958-1961) jî bi ser xwe ve nehat û bi derbeya Beasê re rejîmeke nû dest pê kir.

Karê destpêkê yê vê rejîmê ev bû ku bi sed hezaran Kurdan ji hemwelatîbûnê derxe. Kurdên ku ji hemwelatîbûnê hatin derxistin û zarokên wan ji tu mafan sûd wernegirtin û îzole bûn. Ji serdema malbata Esad a ku di sala 1971’an de desthilatdarî bi dest xistin, nasnameya Kurd ji gefên çandî û siyasî rizgar nebû. Li Rojhilata Navîn bi ‘Bihara Ereban’ re rêveberiyên dîktatoryal ên ku kesî nedipa ku werin hilweşandin, hatin tasfiyekirin. Li Tûnûs, Misir, Lîbya, Sûriye û li welatên din ên Rojhilata Navîn li dijî rêveberiyên otorîter gel daketin qadan. Gelan daxwazên xwe yên polîtîk û hêrsa xwe ya civakî ji ber ku nekarîn bikin pêşengiya şoreşeke demokratîk, kaoseke mezin pêk hat. Hêzên navneteweyî û herêmî hêrsa dîrokî ya gelan ên ku ji bo azadî û demokrasiyê daketibûn qadan, ji bo berjewendiyên xwe dîzayn kirin û bi ‘diziya şoreşê re’ tevlî Bihara Ereban bûn. Bi taybetî di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, hêviyên gelan ên azadî û demokrasiyê ji aliyê hêzên paşverû hate herimandin. Lê gelê Rojava ê ku li Sûriyeyê ketibûn bîreke bêbinî û bi salan înkar û asîmîlasyon li ser wan hatibû kirin, bi saya hêza demokratîk û danheviya têkoşîna salan, ‘Bihara Ereban’ veguherandin şoreşa Neteweya Demokratîk.

Beriya îlana şoreşê jî bêguman pêşketinên girîng pêk hatin!

Wekî ku tê zanîn li bajarê Derayê di Adara 2011’an de protestoyên ku li Sûriyeyê hatibûn destpêkirin, geştir bû. Li Rojava jî gel ên ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nebûn alî û ji dêvila vî tiştî ‘xeta sêyemîn’ ava kirin, dest bi avakirina jiyana azad kirin. Ji bo gava pêşîn Peymannameya Civakî ava kirin a ku dihat wateya Destûra Bingehîn a Rojava. Pêre jî li Kobanê, Cizîr û Efrînê kanton îlan kir.

Kanton piştî qebûlkirina destûra bingehîn hatin ava kirin. Di 21’ê Çileyê de ya Cizîrê, di 27’an de ya Kobanê û di 29’an de jî ya kantonên Efrînê hatin îlankirin. Rêveberiyên Kantonên Xweser ên Demokratîk (Cizîr, Kobanê û Efrîn) parçeyekî axa Sûriyeyê ne. Li her kantonê Meclîsa Zagonsaz, Meclîsa Rêveber, Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, Meclîsa Destûra Bingehîn a Bilind û Meclîsên Herêmê hene. Ev kanton nikarin tevlî karê navxweyî yên dewletan bibin, mafê cîrantiyê diparêzin û ji bo çareserkirina kêşeyan jî xwe dispêre rêya aştiyane. Ev her sê kanton mafê wan heye ku ala, amblem û sirûdên xwe ava bikin.

Modela ku li Rojava derketibû holê, pergala ‘Xweseriya Demokratîk’ bû. Heke neteweya demokratîk giyanek be, xweseriya demokratîk jî beden e. Xweseriya demokratîk awayê şênber ê avakirina neteweya demokratîk e.

Di destpêka vê şoreşê de hate gotin, kana desthilatdariyê gel e, gel xwediyê destilatdariyê ye, bi rêya sazî û meclîsên ku bi hilbijartinê diyar kiribû, rêveberiyê pêk tîne. Rêveberiyên li derveyî Peymannameya Civakî ya Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ne meşrû ne. Kana desteyên meclîs û rêveberiyê, gel e. Nayê qebûlkirin ku ev tişt di destê kesekî an jî di destê komekê de be.

Şoreşa Rojava, şoreşa demokrasiya radîkal e. Ji ber ku li Rojava civak xwerêxistinkirina xwe bi şandilxwazî û hevgirtinê gav bi gav ava dike. Bi tevlêbûna hemû qad û beşên jiyanê, li ser şîara komunalbûnê xwe birêxistin kir. Komîsyonên ku gel ava kiribû li her qada jiyanê, bi awayekî demokrasiya radîkal veguherand û alternatîfa demokratîk a sedsala 21’an li Rojava derket holê.

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ya herî bi wate ye. Li her qadên jiyanê jinan cih girt. Di hemû pêvajoyan de jin hebûn. Him di tasfiyekirina rejîma Beasê de û him jî di avakirina demokrasiya radîkal, jin bûn hêmana sereke.

Li Rojava ya ku çemên Dîcle û Firatê derbas dibe; Kurd, Ereb, Asûr, Siryan, Ermen û Çeçen kanton kirin baxçeyên gel û qadên jiyanê. Lê ji roja ku pergala xwe îlan kirin, her roj êrîş li wan tê kirin.

Şoreşa Rojava ya ku piştî îlanê 6 sal li pey xwe hişt, ji her aliyê cîhanê kes kişand ba xwe û bûye mîrateya mirovayetiyê ya ku hê jî baweriya xwe bi demokrasî, têkoşîna jiyaneke alternatîf û berxwedanên alternatîf tîne û ji ber tiştan dikeve heyecanê.