Rewşenbîran gotin: Mirovahî bila xwedî li Rojava derkeve

Gelek zanyar, nivîskar û parêzvanê mafê mirovan ên ji neteweyên cuda gotin, ''Em xwedî li Rojava derkevin, vê tecrûbeyê berbelav bikin.''

Gelek zaynar, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan ku ji ANF'ê re axivîn, gotin dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava binpêkirina hiqûqa nvnetewî ye û bal kişandin ser talokeya qirkirinê.

Rewşenbîr û nivîskarên ji neteweyên cuda gotin li dijî dagirkeriya  Tirk a bi hevkariya hêzên paşverû divê mirov li tecrûbeya Rojava xwedî derkeve û gotin, şoreşa Rojava ji bo cîhanê hêvî ye. Zanyar, rewşenbîr û nivîskaran her wiha gotin divê mirovahiya pêşverû Kurdan tenê nehêle.

'DIŞIBE DAGIRKERIYA TIRK A LI SER QIBRISÊ'

Dr. med. Ahmed Djavît an kuji Qibrisê ye dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şibandina dagirkeriya Tirk a li ser Qibrisê ya 1974'an û got, ''Divê diyar bikim ku ez li pişt Rojava me, ku van 6 salên dawî de  jiyaneke pirreng a ji etnîk û dînên cuda, civakeke cuda tê avakirin. Ez dagirkeriya Tirk, artêşa wê û alîgirên wan ên cîhadî ku sûcê şer dikin şermezar dikim. Ez hêvî dikim ku li herêma me di navbeyna gelan de aştî û dostanî bi ser bikeve.''

GRUBACIC: DIVÊ EM LI ROJAVA XWEDÎ DERKEVIN, ÇIKÛ..

Prof. Andrej Grubacîc ku li dibistana San Francisco CIIS a DYE'yê Serokê Departmana Antroplolojî û Guherîna Sosyal e, got, ''Çima divê em berevaniyê li Rojava bikin? Çikû Şoreşa Rojava a demokratîk bû mînaka civaka wekhevîxwaz, ekolojîk ku xwe dispêrê azadiya jinan û her kesî. Konfederasyona Demokratîk îro li Rojhilata Navîn tekane parçeya demokratîk e. Ez çûme wê herêmê û min li Zanîngeha Rojava ders da. Min çavdêriya civînên konseyê kir. Min komîteyên perwerdehiyê, pêvajoya guherîna darazê dît û min çavdêrî li pergala rêveberiya rasterast a demokratîk e, ku bi ya min li cîhanê mînaka vê nîne.''

ZERE: DIVÊ EM ZEXTÊ LI SER HIKÛMETA TIRK BIKIN

Abraham T. Zere, Dîrektroê PEN Erître a li Sirgûnê jî got, di demeke wiha ku Tirkiye bi dijminatî êrîşê dibe ser mafên bingehîn ên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ''çi kesê xwedî wijdan tişta ku bike, divê pişta gelê Rojava bigire û ji bo ku hikûmeta Tirk li pozîsyona xwe bifikire, zextê bike.''

ELHANAN: KURD JI BO KU KURD IN TÊNE KUŞTIN

Nurit Peled-Elhanan, Filolojîst e, li Zanîngeha Ibranî ya Qudsê profesorê ziman û perwerdehiyê ye û 2001'ê xelata Sakharov standiye.

Elhanan got cîran û rêveberiya li ser Kurdan tim êşê bi  Kurdan didine jiyîn,''Tenê ji bo ku Kurd in, Tirk wan dikujin. Demokrasiya ku li Rojava bi ser ketî, îro hindik maye ku bişike û ti hikûmeteke demokratîk destekê nade wan. Berevajî, ''demokrasiya herî mezin a cîhanê' ji ber berjewendiyên xwe yên berteng ew tenê hiştin û ti têkiliya vê, bi, 'azadî, wekhevîxwazî û mafê diyarkirina çarenivîs xwe' nîne, ku tim pesnê xwe pê didin. Li ser vê û li ser mijara hovîtiya li ser Kurdan, ji nivîskarê mezin  Ka-Tzetnîk, ku tenê li ser Holocaustê nivisî, hevokekê bidim ''Auschwîtz tenê provayake giştî ya xêfa me ya têkilî sedsala 20'an û 21'ê ye bû.''

VAJNAI: DIVÊ EM ÇAVÊ MIROVAN VEKIN

Attila Vajnaî,  Serokê Giştî ya Partiya Karker 2006 a Macarîstanê, çalakiyên protestoyî yên dema serdana Erdogan a li Budapeşteyê bi bîr xist, ku ji hêla komên çepgir ve hatibû kirin bi bîr xist û got,''Piştevaniya li Kurdan, ku zext û zordarî li ser wan tê kirin. Heke em agahiyên derbarê têkoşîna gelê Rojava û jiyana wan par ve bikin wê piştevanî xurtir bibe. Li welatê me organên medyayê xwe bêdeng dikin û çalakiyên ku rêxistiniya wan baş hatiye kirin, ji bo ku şerê li dijî gel tê kirin were dîtin, derfetên baş in. Divê em çavê mirovan vekin, rêxistiniya komên aktivîst ên baş perwerdekirî û zane pêkan e. Divê konferans û forûm werin lidarxistin, divê em derfetan çêbikin ku em ji civaka Kurd mirovan re bigihin hev.

Hemû endamên Partiya Karker a Macarîstanê 2006 destekê didine van çalakiyên piştevaniyê.''

KIRN: DIVÊ TECRÛBEYA ROJAVA BERBELAV BIBE

Gal Kirn, ku li Zanîngeha Teknîkê ya Dresden a Elmanyayê li ser siyasetê teoriyê dike, got, ''Heke tiştek, kesin hebin ku divê berevanî li wan were kirin, ev komuna Rojava a siyasî, sosyal û ekolojîk e û civaka Rojava ya ku li ber xwe dide û xwedî tecrûbeyeke jiyanî ne. Divê em vê li dijî berjewendiya hêzên mezin ên neo emperyal û herêmî biparêzin. Rojava, nexasim jinên Rojav û her wiha Kurdan, sembola sosyalîzma demokratîk e ku li bakurê Sûriyê sazkar e û gelan xurt dike.

Ji bo kesê ku li Yogoslavya mezin bûyî, têkoşîna partîzanî ya Rojava û gelê Kurd a ji bo xweserî, konfederalîzm, sosyalîzm, biratî û azadîxwaziyê rasterast vê bi bî dixe: Duh partîzanên Yogoslav, îro partîzanên Kurd û li her deverê partîzanên din. Melankoliya çepgir van çend deh salên dawî hingî berbelav e, em nehêlin ku Rojava bibe qadeke dî ya têkçûnê. Berevajî, em bikin qada serfiraziyê ya çewisandiyan.''

ANGUS: KURD KANA MORALÊ NE

Ian Angus ku li Zanîngeha Sîmon Fraser a Kanadayê profesoriyê dike, got, ''Dagirkeriya artêşa Tirk a li sre Bakurê Sûriyê, hêzên Kurd ku hem bi rêxistiniya xwe ya demokratîk û hem bi wekheviya zayendî û hem jî bi zerengiya berxwedana karîger a li dijî DAÎŞ'ê kana moralê bû, bi paş ve birin. Dema ku hewceyia tevgera demokratîk a Kurdan pê hebû, ji hêla cîhana Rojava ve tenê hiştina Kurdan şerm û fedî ye. Tevgera  Kurd mîna hêzeke girîng a pêşverû li herêmê derdikeve pêş û heq dike ku hemû dengên pêşverû yên cîhanê destekê bidinê''