Rêveberiya wargeha Mexmûrê banga berdana hemwelatiyên xwe kirin

Rêveberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bang li rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku şêniyên wargehê yên dema dawî bi rengekî kêfî tên girtin bên berdan.

Ev demek dirêje ku dagirkeriya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Hukumeta AKP’ê ve ketiye rojevê. Balkêş e ku vê dema dawî şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bahaneya 'dîroka nasnameyên wan derbas bûye' tên girtin û windakirin.

Li ser vê mijarê Endamê Diplomasiya Wargehê Mamosta Yusuf Kara û Hevseroka Meclîsa Gel a Wargehê Filîz Budak ji ajansa me re axivîn.

‘GIRTINÊN TÊN KIRIN KEYFÎNE’

Endamê Dîplomasî Mamosta Yusuf Kara wiha balkişand li ser girtinên keyfî yên Hikumeta PDK’ê ku li ser hemwelatiyên wargehê pêktîne û got: “ Girtinên ku ji aliyê Hikumeta PDK’ê ve tê kirin, girtinên keyfîne. Ji ber ku bi hêceta ku dibêjin dîroka nasnameyên we derbasbûne, bi qanûnên derveyî yasayî hemwelatiyên me tên girtin û bê ser û şûn dibin. Li ser van girtinên hemwelatiyên me, me wek komîteya Têkiliyên ji derve gihan hemû cihên peywendîdar lê belê me tu encam bi dest nexistin. Ji ber ku Hikumeta Iraqê jî û NY jî dizanin ku dîroka nasnameyên wargehê derbas bûne. Agahiyên wan tevan jê hene, lê sedemê van rewşên wisa didin pêş tenê hêcet e. Dewleta Tirk dixwaze bi riya Hikumeta PDK’ê dorpêçekî li ser Wargeha me bide çêkirin. Ji ber ku ev bi salane dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze wargeha me ji hev belav bike. Ev leyistokek ya dewleta tirk û PDK’ê ye.”

‘ÇARENÛSA HEMWELATIYÊN ME NE DIYARE’

Kara wiha axaftina xwe berdewam kir: “ Di 13’ê vê mehê de hemwelatiyên wargehê yek ji wan Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê bi navê Bêwar Emîn Tahir û hemwelatiyê wargehê yê binavê Osman Nadir Hacî ku ji bo nexweşxaneyê di navbera seetên 14:00-15:00’an ji wargehê derdikevin û diçin bajarê Hewlêrê. Hemwelatî Osman Nadir Hacî nexweşiya giran ya bi navê feqerat (disk) lê hebû, ku bi rewşek awarte çû nexweşxanê, li nexweşxaneya Wargehê ji bo wî hemwelatiyî reçete hatibû çêkirin ku biçe nexweşxaneya ji derve ji bo filîmek rutgen bigire. Hemwelatî Bêwar Emîn Tahir jî bo wî bigihîne nexweşxaneyê li gel wî diçe. Lê piştî ji wargehê derdikevin me jî got ev hemwelatiyên me çûne nexweşxaneyê lê belê ber bi êvarî ve êdî me agahî ji wan negirtin, em ketin nav tevgerê û me li telefonên wan geriyan û me xwest rewşa wan bizanin lê telefonên wan jî girtî bûn. Yanî teknîka ku li gel wan heyî me bi hemû şêwazî ceribandin lê belê me xwe ne gihandin wan.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargehê Mamosta Yusuf Kara wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê li hemberî van girtinan bêdeng nemînin. Ji ber ku civaka me li hemberî van girtinan pir bi hêrse. Em ê heta dawî li hemberî van êrişên li ser nirx û destkefitiyên gelê Kurd yên Başurê Kurdistanê li ber xwe bidin.”

‘BI ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIXWAZIN WARGEHÊ BIXIN DORPÊÇÊ DE’

Hevseroka Meclîsa Gel a Wargehê Filîz Budak jî bal kişand ser girtina hemwelatiyên wargehê û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û got: “ Ev demekî dirêj ku dewleta Tirk a faşist dixwaze bi êrişên xwe yên dagirkeriyê Başurê Kurdistanê dagir bike. Li gel vê yekê jî dixwaze bi van êrişan wargeha ku gelê Bakurê Kurdistanê lê bicih bûyî ku dibin sêwana NY deye, bi desteka PDK’ê bixe bin dorpêçê de. Van kirinan bi riya girtinên hemwelatiyên wargeha Mexmûr ku bi hêcetên dîroka nasnameyên we derbas bûye û hêcetên bê bingeh hemwelatiyên wargehê digirin û bê ser û şûn dikin.”

‘BERPIRSÊN GIRTÎNAN PDK’YE’

Budak wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Beriya çend rojan du hemwelatiyên me yên bi navê Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî ku ji bo tedawiyê çûbun bajarê Hewlêrê hatine girtin û niha jî çarenûsa wan nediyare. Hemwelatî Bêwar Emîn Tahir Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargehê bû, bi her deverê başurê Kurdistan û Iraqê di nava têkiliyan debû. Heya niha di pîvanên NY de yên ku kar û barên dîplomasî dikin nehatine girtin. Ev girtin tenê mirov dikare bêje girtinên ji derveyî qanûnî û keyfîne. Ji ber ku tu sucekî ku wan hemweletiyan kiribe tune ye heya ku bi hêcetên vala û derveyî qanûnî bên girtin. Tenê ji bo tedewiya xwe ji wargehê derketibûn û çûbûn bajarê Hewlêrê. Piştî ku ji Wargehê derdikevin heta saetên êvarî me agahî ji wan negirtin û niha jî çarenusa wan nediyare. Em di wê fikarê dene ku ev hemwelatiyên me ji aliyê MÎT’a Tirk ya ku li Başurê Kurdistanê di bin kontrola PDK’ê tevdigere de hatibin girtin. Ji ber ku kontirola Hêrêma Başûrê Kurdistanê dibin Erka Parastina PDK’ê û asayîşa wê deye. ”

Budak wiha dawî li gotinên xwe anîn: “ Wê bertekên me li hemberî van girtinan û êrişên li ser Başûr Kurdistên tên kirin zêdetir bibe. Em ê li hemberî van girtin û êrişan bêdeng nemînin. Gelê me li hemberî vê yekê wê li berxwebide û bi şêwazên hîn cudatir xwedî li hemwelatî û xaka xwe derkeve.”