Rapora Efrînê: Tirkiye dixwaze vegere ser sînorên Mîsak-i Mîllî

Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyeyê li ser Efrînê rapor amade kir û diyar kir ku Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê re dixwaze vegerê ser sînorên Mîsak-i Mîllî.

Bi dirûşmeyaʺBerxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyeyê têk bibeʺ partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê, îro Platforma Bakurê Sûriyeyê lidarxistin. Di platforma ku heta niha dewam dike de, piştî axaftina destpêkê, Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif rapora Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyeyê xwend a ku têkildarî rewşa Efrînê de hatiye amadekirin.

Foza Yûsif da zanîn ku dewleta  Tirk bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşekî dijwar anîn ser kantona Efrînê û Tirkiyeyê dixwest bi rêya vê êrîşê re Sûriyeyê parçe bikin û projeya demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyeyê têk bibe.

Foza bi lêv kir ku di encama êrîşên hovane de û bi bêdengiya navneteweyî de gelek komkujî wekî komkujiya Cilbera, Mabata, Cindirêsê û hwd pêk hatin û 501 sivîl şehîd bûn û 797 sivîl ku piranî jin û zarok bûn birîndar bûn.

Foza bal kişand ser xerabkirina binesaziyan Efrînê û rûxandina saziyên wê û bi taybetî hilweşandina dibistanan.

Foza Yûsif got ku piştî berxwedaniyeke bêhempa ku 58 rojan ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi piştgiriya gelê Efrînê  dewam kir û dewamkirina bêdengiya navneteweyî derbarê binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst li Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo rê li pêşiya rijandina xwîna sivîlan bigire, di dîroka 16`ê Adarê de sivîl ji Efrînê derxistin û bi vê yekê re Berxwedana Serdemê kete pêvajoyeke nû.

Hevseroka Desteya Rêveber da zanîn ku di encama êrîşên hovane de derdora 200 hezar ji şêniyên Efrînê xwe li kantona Şehbayê girtin, lê kantona Şehbayê bi xwe pêwîstiya wê bi gelek tiştên xizmetguzarî heye û wiha pê de çû,ʺSivîlên Efrînê yên ku çûne Şehbayê di rewşeke zehmet de dijîn û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin û şîrê zarokan heye.ʺ

Foza Yûsif bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê û bi destekdayîna gelên Bakurê Sûriyeyê wekî gaveke destpêkê du kamp (Berxwedan û Serdem) vekirin û derdora 100 hezar sivîl li wir bi cih kirin û hinek pêwîstiyên sereke pêşkeşî wan kirin.

Foza destnîşan kir ku gelê Efrînê rastî qirkirina cesedî û çandî tê û ev yek jî sûcekî mirovahiyê ye û wiha dewam kir,ʺTiştê ku li Efrînê rûda ne bi tenê li dijî gelê Kurd bû, armanca xwe dewamkirina projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên Mîsak-i Mîllî ye. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen û hemû gelên ku li ser vê erdîngariyê dijîn, li hemberî dijminekî hevbeş in ew jî dagirkeriya Osmanî ya nû ye. Ev dagirker dixwaze Sûriyeyê bike qada şer û Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne. ʺ

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di berdewamiya raporê de got ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya avakirina meclîsekî sîxûr dagirkeriya xwe rewa bike û wiha dewam kir,ʺEm dibêjin ev meclîsa dagirkeriyê ye û ev meclîsa xwîna gelê Efrînê firotiye.ʺ

Foza Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî, NY, Yekîtiya Ewropa, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir ku bi erka xwe derbarê şêniyên Efrînê rabin û kampên şêniyên Efrînê wekî kampên girêdayî NY bidin naskirin. Her wiha Foza bang li civaka navneteweyî kir ku mîsogeriya vegeriya şêniyên Efrînê li ser ax û malên wan bide.

Yûsif bal kişand ser vî tiştî ku Berxwedana Serdemê didome û ew ê gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Siryan û Tirkmen herêmên ku Tirkiyeyê dagir kiriye, rojekê dîsa ji wan bistîne.