QSD'ê nûçeyên têkildarî Idlibê derewand

QSD'ê îdîayên ku dibêjin, hêzên wan tevlî operasyonên li Idlibê bûne derewand.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel nûçeyên ku îdîa dikin, hêzên wan tevlî operasyonên li Idlibê bûne derewand.

Li gorî daxuyaniya Gabrîel ku di malpera fermî ya QSD'ê de hate weşandin wiha hate gotin: "Hin saziyên çapemeniyê nûçe parve kirin û îdîa kirin ku QSD tevlî operasyonên li Idlibê bûne. Em radigihînin ku QSD tevlî operasyonên leşkerî yên li Idlibê nebûye û nûçeyên hatine weşandin ne rast in."