QSD’ê ala serketinê li Baxozê hilda- NÛ BÛ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê ala xwe hildan.

QSD’ê bi çarçoveya  pêngava ‘Bagera Cizîrê’ ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ Baxoz a di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar kir, dawî li serweriya wê ya li Sûriyeyê anî.

QSD’ê ya ku 21’ê Adarê ragihandibû dest bi xebatên lêgerîn û venêrînê ya dawî ya çeteyên DAÎŞ’ kirine, roja şemiyê ango îro bi merasîmekê ala serketinê li Baxoz hilda.

Bi tevlîbûna fermandarê pêngavê yê QSD’ê Çiya Firat li gel gelek fermandarên QSD’ê, berdevk û şervanan bi merasîmekê ala QSD’ê li nuqteya dawî ya sînorê Sûriye û Iraqê hildan.

Di nava rojê de tê payin ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek bide.

‘DIYARÎ HEMÛ GELAN DIKIN’

Di merasîmê de yek ji fermandarê QSD’ê Çiya Firat şervan û gelê herêmê pîroz kir û got: “Îro li Baxozê herêma dawî ya di destê DAÎŞ’ê de me rizgar kir û bi vê re me dawî li pêngava xwe ya ku me dabû destpêkirin anî. Em vê serketinê li gelê Kurd, Ereb,Sûriyan û hemû gelên herêm û cîhanê pîroz dikin. Em didin diyarkirin ku me dawî li serweriya DAÎŞ’ê ya li ser bejahiyê anî û dawiya pêngava xwe radigihînin û saetên pêş wê daxuyaniyek berfireh wê ji aliyê fermandariya me ya giştî ve bê ragihandin.”

Operasyona li dijî Baxozê 9’ê Sibatê hatibû destpêkirin. Berî demekê Sûse ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin.

Bi têkbirina DAÎŞ’ê re ya li Baxozê, serweriya çeteyan a li ser bejahiyê bi dawî bû.

Çeteyên DAÎŞ’ê Hezîrana 2014’an hema bêje bê şer Mûsil hemû dagir kiribû û ‘xîlafeta’ xwe ragihandibû. DAÎŞ’ê ji Iraqê bigire heta Sûriyeyê qadeke berfireh bi sûcên dij mirovahiyê dagir kiribû. Di vê dema dagirkeriyê de bi taybet 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê êrîş pêk anîbû û bi hezaran kes qetilkirin û bi hezaran jin û zarok revandibûn. Şikestina dîrokî û yekem a DAÎŞ’ê li Kobanê pêk hatibû. Li gel serketina Kobanê her ku çû DAÎŞ şikest. DAÎŞ 21’ê Adarê Cejna Newrozê bi temamî hate têkbirin.