Qîrîn

Qîrînên zarokan û hawara dayikên cilspî Şengalê tê guhê min îro dîsa.

Qîrîn!!!

“ Yek evdekî xwedê tûnebû qîrînên me bibihîse”

Apê Musa dibejê ji bo komkujiya Newala Qasaba.

Di Geliya Zîlêlî de gorên komî hene kesek xwediyê wan hestiyan nas dike gelo?

Di germahiya Tirmehê de berê xwe didim navenda Şengalê, ber bi kaniya Solakê ve , lê hevalên min dibejin em ê herin Geliya Zilêlî. Me berê xwe da Geliya Zîlêlî.

Komkujî li tevahiya Kurdistanê gelek hene lê komkujiyên ku ji bo tinekirina civakeke dînî, neteweyekê hatine kirin ti cara nayên jîbirkirin. Ne Geliyê Zîlan, Newala Qasaba, çiyayên Dersîmê ne jî komkujiya ku bi destê çeteyen DAÎŞ ‘ê ku li Şengalê li ser civaka Êzîdî pêk hatiye, nayêb jibîrkirin. Lê hîn jî di gorên komî de kî hene ne diyar e. Kesek nizanê gelo ev hestiyên ji der ve, yên kê ne.

Yekem car bû ku min gorên komî li Şengalê dîtin. Ser wan gîrtî bûn. Hîn nehatibûn vekirin û dayikên cilspî li ser gorê xerîbî digot, dîsa qîr dikirin û digiriyan. Carekê min dît ku dayikên temen mezin cilspî kom bûne, li dorê wekê sema bikin, li dora hev dizivîrîn, bi kulman li singê xwe dixin, dengê lêdana wan dihate ber guhê min. Ev dayikên ku nikarin rehet bimeşin, çawa wiha gurmînî ji singa wan dihat. Min got Ya Star ev çiye, gotin, li nav civaka Êzîdî, ji vê re dibêjin şîn.

Şeş sal di ser fermanê re çûn. Îro civaka Êzîdî ku hîn li kampan dijîn vedigerin ser axa xwe, li kuçeyên Şengalê dengê kenê zarokan tê. Bi nêzbûna salvegera fermanê re her kes xemgîn dibe. Ji ber ku hîn bîrînên van nekewiyane. Hîn keç û zarokên Êzîdî ku nehatine rizgarkirin, ji gelek kesan ti agahî nîne, gelek zarok ji tîna mirin, gelek zarok di hembêza dayikên xwe de mirin. Kêsên ku şahîdiya wê komkujî kirin hîn kêm gotine nikarin bînin ser ziman. Gelo ma hêsan e mirov van kêliyan karibê rehet bînê ser ziman.

Li Geliya Zilêlî jî gelek xort û merê hatin kuştin lê kes nizanê kî ne. Ji ber ku DAÎŞ'ê jin û zarok ji xwe re biribûn, xort û mêr jî kuştibûn.Hîn pêlav û cilên van li qadan in. Gelî jixwe bi tehtên spî û mermerî bûn, dora wê têl kirine. Hestî kom kirine, li dora wan kevir danîne. Pêlavek fereke wê ne li cem wê bû, dayikek rakir bi kelegîrî danî ber hestiyên ku kom kiriye. Ev kêlî fermana ku derbasvbûyê dîsa dihat bîra wan û dîlê wan dîsa hawar dikir. Lê dema ku mirov mêze dike jinên Kurd li her derê êş û xemgîniya wan yek e, dema min ev dayik dîtin dayikên Dersîmî, Mereşê, dayikên ku zarokên xwe di Newala Qasaba wenda bûne, Dayikên Şemiyê hatin berçawên min. Dibe ku mekan û kes cûdabin lê ferasata desthilatdaran wek hev in û ji hev ne qut in ên ku beramberê wan têkoşîn kirine û serî xwe rakirine xwedî çanda xwe derketine hatine kuştin, bi kuştinê xwestine wan tine bikin. Îro wê em zîndî vê dibînin.