Qamişloyiyan dewleta Tirk û PDK şermezar kirin

Li Qamişlo êrîşên Tirk û hevkariya PDK'ê bi meşekê hate şermezarkirin.

Êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên PDK'ê yên 26'ê Tîrmehê li ser komeke gerîla li Qamişlo bi meşekê hate şermezarkirin.

Di meşê de Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên HPC û HPC-JIN jî hazir bûn.

 Di meşê de bi dirûşmeyan hate gotin, ''Em hemû Kurdi n'', 'Em hemû PKK'yî ne'', ''Em hemû gerîla ne''

Dema meşê Yadê Necar ji ANF'ê re axivî û got,''Dewleta Tirk êrîşê dibe ser gelê Başûrê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê. Ên ku êrîş dibin ser Efrînê, Kobanê li Konyayê êrîş birin ser malbatekê û 7 kes bi hovîtî kuştin. Çima? Ji ber ku Kurd bûn.Em weke wan ne nîjatperest in, em kesî nakujin. Em dadmendî û wekheviyê dixwazin.''

Bi berdewamî helweta PDK'ê şermezar kir û got,''Ez bang li gelê me dikim; li dijî dewleta Tirk û helwesta PDK'ê helwesta xwe nîşan bidin. PDK divê ne li cem dijminên Kurdan lê li cem gelê xwe bisekine. Dewleta Tirk hemû destkeftiyên Kurdan dike hedef. Niha şerê manûnemanê heye. Êrîşê tînin ser goristanên Kurdan, Kurdan zidnî dişewitînin. Ji ber vê divê em helwesta xwe deynin. Em malbatên şehîdan, welatparêz, Kurd, jin em ê têbikoşin.

Heta ku êrîşên Tirk rawestin, Rêbertiya me ji Imralî derkeve em ê li ser piyan bin. Bes ji van komkujiyan re. Em ê xaka xwe bi dest kesî ve bernedin. Me welatê kesî dagir nekiriye. Me kesek nekuştiye. Têkoşîna me ya parastina rewa ye. Em mecbûr in xwe biparêzin.''