PYD: Efrîn wê azad bibe!

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber salvegera duyemîn a destpêkirin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand. PYD'ê destnîşan kir ku Efrîn wê azad bibe û şêniyên wê, wê li malên xwe vegerin.

Dewleta Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên ji bo dagirkirina Efrînê kiribû û di meha Adarê de jî bajar dagir kiribû.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji ber salvegera destpêkirina êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PYD'ê wiha ye:

"Di 20.01.2018'an de, faşîzma Tirk li gorî lihevkirina di navbera hegemonyaya cîhanî de, dest bi êrişkirina Efrînê kir û tenê li pêş şêniyên Efrînê yên ewle parastina projeyê hebû. Her wiha li hember êrişên hovane ji alavên kuştin û wêrankirinê yên NATO’yê Berxwedana Serdemê pêk hat. Dijmin, tevahî qanûnên navdewletî ku sivîlan hedef negere, binpê kirin û di encamê de bi hezaran şênî şehîd bûn, birîndarî çêbûn û zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe neçarî koçberiyê bûn.

Faşîzma Tirk û çeteyên wê, li dijî şêniyên ku ji gund û malên xwe derneketine, kiryarên revandin, talan û gefên bi armanca koçberkirinê bi kar anîn, her wiha li cihê wan çete û malbatên wan bi cih kirin. Ji bilî wê jî dewlemendî û şûnwar talan kirin û dizîn, dar birîn û mal şewitandin. Hê jî ev binpêkirin heta roja îro bi zanebûna hêzên hegemon ên têkildarî rewşa Sûriyê berdewam in. Li aliyekî din jî faşîzma Tirk nahêle tu çapemenî yan jî rêxistinên mirovî yên ne girêdayî wê derbasî Efrînê bibin da ku binpêkirin û sûcên wê neyên eşkerekirin. Her wiha faşîzma Tirk û çeteyên wê li dijî koçberên li herêmên Şehbayê êrişan pêk tînin û komkujiya Til Rifetê şahidiya mezin a sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan, bi taybet zarokan e.

Lê belê ruxmî wê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin û rojane li benda vegera li warên xwe ne.

Efrîn, birîna di dilê hemû Kurd, sûrî û hemû mirovên bi rûmet de ye ku îxanet û êrişan qebûl nake, her wiha birîna di dilê hemû parêzvanên nirxên mirovî û exlaqî de ye û divê ji şêniyên wê re vegere da ku bibe cihê herî ewle ji şêniyên wê re.

Em, Meclîsa Giştî ya PYD'ê dibînin ku êriş û dagirkirina Efrînê xeleka yekemîn a dagirkirina tevahî bakurê Sûriyê bi hedefa guhartina demografiyê ye û bi wê re jî êriş û dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê pêk hat. Hê jî faşîzma Tirk di siyaseta xwe de ya bi armanca pêkanîna Mîsaqa Millî berdewam e. Ji ber vê jî ew planeke li ser tevahî Kurdistanê ye û divê tevahî hêzên kurdî û kurdistanî li hember vê siyasetê bibin yek. Her wiha wê partiya me pêşengiya berxwedana li dijî dagirkeriyê bike, heta ku xaka ji hêla dewleta Tirk û çeteyê wê ve hatiye dagirkirin, bê rizgarkirin.

Efrîn wê li şêniyên wê vegere û wê rizgarkirina wê bibe destpêka hilweşîna Osmaniya nû."