Polîsan li Zurichê êrîşî çalakiyê kirin

Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê, ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek pêk hat. Lê belê polîsan êrîş kirin û du kes destgîr kirin.

Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li navenda bajarê Zurichê yê Swîsreyê çalakiyek pêk anîn.

Gelek kes tevlî çalakiya li ber Glabusê bûn. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hildan û bal kişandin ser asta krîtîk a grevên birçîbûnê.

Bi hinceta ku 'çalakî bê destûr hatiye kirin', di dema ku çalakî bi dawî dibû polîsan xwestin nasnameya çalakgeran kontrol bikin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û alozî derket. Di encamê de 2 kes hatin destgîrkirin. Kesên bi navê Haydar Yilmaz û Emre Aykulteli hatin destgîrkirin. Çalakger heta demekê li qadê man û destgîrkirin şermezar kirin. Polîsekî her wiha di dema çalakiyê de gef li çalakgeran xwar.