PKK: Em piştgiriya ICOR'ê ya li dijî êrişan silav dikin!

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê: Di demekê de ku di serî de dewleta Tirk gelek hêzên siyasî êrişê tînin ser partiya me, nîşandana piştgiriyeke bi vî rengî ji bo me girîng e. Em piştevaniya partiyên ku di bin sîwana ICOR'ê de li hev kom bûne silav dikin.

Daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê wiha ye:

"Bi dehan partî û tevgerên komunîst û sosyalîst ên ji gelek welatên cîhanê belavokeke hevpar weşandin û polîtîkayên êrişê yên li dijî PKK'ê û amadekariyên şer ên li Başûrê Kurdistanê li hemberî tevgera me û gelê me tên kirin, şermezar kirin. ICOR a ku van partî û tevgeran di bin sîwana xwe de vedihewîne, di heman daxuyaniyê de diyar kir ku ew piştgiriya PKK'ê dikin û nîşan da ku bi me re ye. Di demekê de ku di serî de dewleta Tirk gelek hêzên siyasî êrişê tînin ser partiya me, nîşandana piştgiriyeke bi vî rengî ji bo me girîng e. Em piştevaniya partiyên ku di bin sîwana ICOR'ê de li hev kom bûne silav dikin. Ev piştevanî gelekî hêja ye û em dixwazin destnîşan bikin ku Partiya me wê vê piştevaniyê bi têkoşîna xwe watedar bike.

Komploya ku di sala 1999'an de li dijî Rêber Apo hate kirin, niha dixwazin nû bikin û Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Yê ku vê êrişê ferz dike beriya her tiştî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ji bo vê armanca xwe jî hem dixwaze nokeriya Kurd hem jî NATO ya bi serkêşiya DYE'yê bi ser Tevgera me ya Azadiyê ve biajo. Hewldana PDK'ê ya sala 2020'î ya ji bo dorpêçkirina qadên gerîla û polîtîkaya DYE'yê ya 6'ê Mijdara 2018'an a ku biryara girtina rêveberiya tevgera me da, ji hev cuda nîne. Bêguman komplo û planeke wiha ya tasfiyeyê wê zerarê bide Kurdan hemûyan. Ji xwe gelek rêxistinên Kurdan dîtin ku êrişa li dijî PKK'ê wê zerarê bigihîne Kurdan hemûyan û li ber vê polîtîkayê radibin.

Êrişa li dijî Partiya me û têkoşîna me ya azadiyê, hem êrişa li dijî hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e, hem jî êrişa li ser hêzên azadî û demokrasiyê yên cîhanê ye, ku PKK beşeke girîng a vê hêzê ye. Lewma rabûna hêzên demokratîk şoreşger ên di bin sîwana ICOR'ê de li ber êrişa li dijî tevgera me, helwesteke gelekî girîng a demokratîk şoreşger e. Di heman demê de gelekî girîng e ku di belavokê de hate destnîşankirin; ya herî zêde zerarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ew e ku hêzeke Kurd bi ser hêzeke cuda ya Kurd ve bê ajotin. Ev helwest nîşaneya berbiçav a dostaniya rasteqîn a Kurdan e.

Helwesta ICOR'ê ya li dijî êriş û polîtîkayên dijber ên li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ji bo me, her wiha ji bo yekîtiya nava Kurdan û xurtkirina têkoşîna hevpar û piştevaniya navbera tevgerên şoreşger girîng e. Mîna doh em ê îro jî vê helwestê nîşan bidin û ji hemû partiyên di bin sîwana ICOR'ê de belavoka hevpar weşandin, di têkoşîna wan a demokrasî, azadî û sosyalîzmê de serketinê dixwazin."