PKK’ê şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî

Komîteya Navendî ya PKK’ê di şexsê şehîd Delal Amed, Azê Malazgîrt, Reşît Serdar, Kerîm Kato, Fermandara BOG’ê Aynûr Ada de şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî.

Komîteya Navendî ya PKK’ê got ku “Em şehîdên xwe yên meha Mijdarê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û bang li hemû gelê xwe dikin ku şehîdên me yên qehreman rast û xurt fêm bikin.”

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tevgera me û gel ji bo ku em azadî bijîn, em ketine meheke din a Mijdarê ya ku me biryara rêxistinbûn û berxwedanê daye. Ev dibe Mijdara 42’emîn û salvegera 41’emîn a avabûna PKK’ê. Ji niha ve li her çar parçeyên Kurdistanê û li geleke bajarên cîhanê pîrozbahiyên salvegera 41’emîn a PKK’ê tê pîrozkirin. Wê were dîtin ku ev pîrozbahî ji yên hemû salên din bi coş û heyecantir be.

Li ser vî esasî di serî de ya Rêber Apo em cejna partiyê ya 42’emîn ya kadroyên partiyê, gelê me yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Jin û ciwan di serî de em bang li hemû gel û dostê xwe dikin ku li her derê 27’ê Mijdarê Cejna Vejîna Neteweyî pîroz bikin.

BI HEZARAN QEHREMAN ŞEHÎD BÛN

Wekî ku tê zanîn PKK pêşengekî azadiyê ye û li ser xeta fedaî dibe partiya Rêbertî û şehîdan. Di dîroka têkoşîna ya 41 salan de, her sal bi sedan û hezaran şehîd daye. Bi şoreşgerê mezin Hakî Karer heta şehîd Helmet, Şevîn, Demhat, Cemîlan li jêr fermandariya Artêşa Şehîdan a çil û pênc hezaran dimeşe. Di her meha dîroka têkoşîna mezin a 41 salan de gelek şehîdên hêja daye û di meha Mijdarê de jî milîtan û fermandarên pêşeng ên wekî Delal Amed, Azê Malazgîrt, Reşît Serdar û Kerîm Kato şehîd daye.

Rêheval Delal û Azê salvegera duyemîn a şehadeta wan e û rêheval Reşît û Kerîm jî salvegera wan a heftemîn a şehadetê ye.Bi wesîleya salvegereke wisa milîtanên pêşeng ên PKK’ê, fermandarên mezin ên HPG û YJA Starê, rêveberên serkeftî yên pêngava me ya şerê şoreşger ê gel rêheval Delal, Azê, Reşît û Kerîm, di şexsê wan de jî hemû şehîdên meha Mijdarê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

EM BERXWEDANA RÛMETÊ YA SEDSALÊ SILAV DIKIN

Li ser Rojavayê Kurdistanê û gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9’ê Cotmehê û vir ve destaneke azadî û berxwedanê tê nivîsandin. Derbên giran li faşîzma AKP û MHP’ê ya qirker û mêtinger tê xistin. Jin û ciwan di serî de ji hemû bindest û mazlûman re dibin mînaka berxwedanê.

Wekî ku li Kobanê, Dêrik û Girkê Legê jî xuya dibe, nîşan didin ku ew ê bi kevir û daran jî dagirkeriyê ji welatê xwe derxînin. Bi vê wesîleyê em bê Berxwedana Rûmetê silav dikin û diyar dikin ku em ê teqez bi ser bikevin. Em di şexsê şehîd Serxwebûn Bengîn de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Gelê me yê Kurdistanê di serî de em bang li hemû gel û hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi awayekî xurttir xwedî li vê berxwedana azadî û rûmetê derkevin.

EM FERMANDARA BOG’Ê AYNÛR ADA BI RÊZ Û HURMET BI BÎR TÎNIN

Li Rojavayê Kurdistanê zarokên herî hêja yên gelên Tirkiyeyê yên di nav Berxwedana Rûmetê de li hemberî dîktatoriya dagirker û faşîst a AKP û MHP’ê bi qehremanî şer dikin û şehîd dibin. HBDH a ku partiya me jî di nav de ye, şervan û kadroyên wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nahêlin. Li ser vî esasî Endama Komîteya DKP’ê û fermandara BOG’ê Aynûr Ada û gelek şervanên DKP-Bîrlîk û MLKP’ê di vî şerê rûmetê de şehîd bûne.

Em di şexsê Aynûr Ada de hemû şehîdên HBDH’ê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Rêheval Aynûr Ada li ser şopa pêşengên xwe Ûlaş Bayraktaroglû û Ûlaş Adali meşiyaye û bûye şoreşgereke xurt.

Civaka azad a ku xwe dispêre azadiya jinan û azadiya Kurdistanê dibe sembola Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk. Li ser vî esasî em bang li jin, ciwan û gelan dikin ku bila li ser şopa Aynûr Ada bimeşin û li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ê tevî gelê Kurd piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”