PKK: 15'ê Tebaxê xeteke berxwedanê afirand ku têk naçe

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Ji 'Fîşeka Destpêkê' heta 'Cenga Heftanînê' berxwedana gerîla ya bi lehengî, rizgariya bindestan û hêviya serketinê ye.

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanî da û diyar kir, "Îsal dikeve sala 37'an. PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û bi ser dikevin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

"Em salvegera 36'an a Pêngava Gerîla ya Şoreşger a 15'ê Tebaxa 1984'an ku bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê partiya me PKK'ê ve hate afirandin, bi derbên giran ên ku hêzên me yên gerîla yên leheng her roj li hêzên faşîst-qirker dixin, pêşwazî dikin. Em; gel û gerîla dest bi sala 37'an a 15'ê Tebaxê, sala azadiyê ya Kurdan, sala vejîn û berxwedana lehengî ya ji bo azadiyê, sala pêngaveke nû û serketinê dikin. Li ser bingeha berxwedana gel û gerîla, bi mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî em ketine salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ya pîroz.

Li ser vê bingehê, em berxwedana gel û gerîla ya leheng silav dikin ku bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê û Serketinê tê meşandin. Rojên Gerîla yên Pîroz ên 15'ê Tebaxê, Cejna Berxwedan û Vejîna Neteweyî li Rêber Apo, hevrêyên partiyê hemûyan, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokrat ji dil pîroz dikin. Di şexsê Fermandarên Nemir ên Pêngava Lehengiya Dîrokî hevrê Agît û Zîlan de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em soz didin; ji bo ku di sala 37'an a pêngavê de xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan bi cih bînin, em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezintir bi dest bixin. Di sala 37'an a Azadiya Kurd de em serketinê ji her kesî re dixwazin ên ku ji bo azadiyê, wekheviyê, edalet, biratî û demokrasiyê têdikoşin.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ JIYANA AZAD Û HEBÛNA DEMOKRATÎK AFIRAND

Weke ku tê zanîn, çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên 15'ê Tebaxa 1984'an ku ji aliyê zanyaran ve weke 'Fîşeka Destpêkê' tên pênasekirin, ji bo dîroka Kurdistanê bûn mîladek. Ji bo rawestandina dîroka ku di bin êrişkariya faşîst, mêtinger û qirker de neteweyek ber bi tinebûnê ve diçû, li ser bingeha berxwedana gel û gerîla, dîroka azadî û hebûnê ya Kurdan dest pê kir. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê ku fîşeka mirinê berda koletiya bi her şêweyî û li Kurdistanê jiyana azad û hebûna demokratîk da destpêkirin, di nava têkoşîna lehengî ya 36 salan de rastiya gelekî afirand ku dilxwazê azadiyê ye, zane ye, bi rêxistinî ye, wêrek û fedakar e, ji bo azadiyê her tiştî seferber dike. Bêguman ji vê bêhtir girîng û bi wate tiştek nîne.

Bêguman pêngaveke şoreşger a bi vî rengî dîrokî û bi wate, ji ber xwe ve û bi hêsanî pêk nehat. Di bingeha vê yekê de dersên şoreşgerî yên rast hene ku Rêber Apo ji têkoşîna lehengî ya demokrasî û azadiyê ya bi hezaran salan a gelê Kurdistanê û gelên cîhanê derxist. Vê pêngava şoreşgerî ya dîrokî xwe spartiye destketiyên berxwedana gelan û ciwanên Tirkiyeyê ku di destpêka salên 1970'î de bi pêşengiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ve hate afirandin. Ev pêngava azadiyê li ser biryara dîrokî ya hebûnê û jiyana azad ku Rêber Apo di Newroza 1973'an de da, li ser tevgera ciwanan a şoreşger ku bi navê 'Şoreşgerên Kurdistanê' li Kurdistanê derkete holê, li ser berxwedanên dîrokî yên Hîlwan û Sêweregê, partîbûna bi şêweyê PKK'ê, karên li derveyî welat ên di nava şert û mercên giran de salên 1980-82'an hatin meşandin û li ser Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982'an bi rê ve çû, mezin bû. Biryara berxwedanê ya li ser xeta fedayî ya ji bo azadiyê, ji aliyê şoreşgerên bi pêşengiya hevrê Mazlûm, Ferhat, Kemal, Hayrî û Sarayan ve hate dayin. Ev biryara dîrokî ku Rûmeta Neteweyî bilind kir, bi Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê re bi şêweyê gerîla şênber bû û gihîşt çiya û civakê.

LI DIJÎ PAŞVERÛTIYA BARBAR, XETA BERXWEDANÊ HATE AFIRANDIN

Eşkere ye ku li ser bingeha Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an, gelê Kurdistanê ji Bakur dest pê kir û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî azadiyê meşand ku bi qasî zor û zehmetiyên xwe, bi qasî berdêlên xwe yên giran ewqasî girîng û bi wate ye. Di rewşeke welê de ku hinekan digotin 'Nikarin 36 saetan jî li ber xwe bidin' 36 sal in li dijî mêtingeriya TC a faşîst-qirker û barbar, şerekî bênavber tê meşandin. Di vî şerî de hem têk neçû hem jî li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê destketiyên girîng afirand. Ji vê jî wêdetir xeteke berxwedanê ya têk naçe afirand ku bû hêviya azadiyê.

Encamên şerê azadiyê yê şoreşger li holê ne, ku 36 sal in bênavber li Kurdistanê tê meşandin. Eşkere ye ku 36 sal in li binê her tiştên li Kurdistanê bi navê azadiyê hatine afirandin mohra Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an heye. Beriya her tiştî Kurdistan û rastiya dinyayê û herêmê ronî kir, rastiya Rêberekî afirand ku rêya azadî û rizgariya bindestan bi taybetî ya jinan nîşan da. Ev rastiya Rêbertî ku di şexsê Rêber Apo û şehîdan de şênber bûye, di nava partiyeke pêşeng de ya PKK û PAJK'ê, di nava hêza xweparastinê de ya HPG û YJA Starê, di nava xeta konfederalîzma demokratîk de ya KCK, KJK û Komalên Ciwan, di nava tevgera civaka demokratîk de hebûna xwe afirandiye. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê li Kurdistanê Şoreşa Vejînê ya Neteweyî pêk anî, Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin, statuya Kurdan a heyî ya li Başûrê Kurdistanê afirand, Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî ku hêviya mirovahiyê ye, hêzên bingehîn ên berxwedana dîrokî afirand ku 22 sal in li dijî komploya navneteweyî têdikoşin. Destketî û pêşketinek ji van mezintir, girîngtir û bi wate nîne.

RÊVEBERIYA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê NE KÊMÎ REJÎMA 12'Ê ÎLONÊ YE

Îsal dikeve sala 37'an. PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û bi ser dikevin. Beriya her tiştî, dijminê vê serdemê faşîzma AKP-MHP'ê ne kêmî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê ye ku dijminê salên 1980'î bû. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ku asta herî bilind a siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst a darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlonê ye, bi rejîma xwe ya tecawizkar li Kurdistanê qirkirinê, li Tirkiyeyê jî zexta faşîst, teror û mêtingerî gihandiye asta herî bilind. Di dîroka komarê de ti rêveberiyê ewqasî hezaret, zext, mêtingerî, biçûkxistin û zilm li gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê nekiriye. Faşîzma AKP-MHP'ê êrişî her beşên civakê dike bi taybetî jî jin û ciwanan û destavêtin û komkujiyê li pîrozmendiyên civakê ferz dike, li ser vê bingehê dixwaze rûmeta civakî tine bike, bi vî rengî dawî li civakê bîne, ya ku rejîma 12'ê Îlonê li zindana Amedê ferz dikir, ev rejîm niha li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz dike. Bi kurtasî zilma faşîst, mêtinger û qirker ji vê wêdetir nîne.

Bêguman eger li cihekî di vê astê de zilm zêde bû ye, hingî berxwedana azadî û demokrasiyê ya li dijî zilmê jî ewqasî bi pêş dikeve. Ji xwe li dijî êrişa şerê taybet a topyekûn a faşîzma AKP-MHP'ê, gelên Kurdistan û Tirkiye jî bi pêşengiya PKK û HBDH'ê li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşger berxwedana şoreşgerî ya topyekûn dimeşînin. Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê û xeta wê ya serketinê ku rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê têk bir, îro jî faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe. Ji 'Fîşeka Destpêkê' heta 'Cenga Heftanînê' berxwedana gerîla ya bi lehengî, rizgariya bindestan û hêviya serketinê ye. Ji çalakiyên Dihê û Şemzînanê heta şerê li Serhedê, Efrînê, Xakurkê û Heftanînê, her wiha berxwedana ji Wanê heta Stenbol û Egeyê, li her qadê têkoşîna azadî û demokrasiyê dewam dike û her roj derb li ser derban li faşîzma AKP-MHP'ê tên xistin.

Eşkere ye ku sala 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê wê mîna 36 salên derbasbûyî bi berxwedana mezin a gel û gerîla derbas bibe. Beriya her tiştî wê gerîla li ber xwe bide, xweparastin wê li ber xwe bide, jin û ciwan wê li ber xwe bidin, siyaseta demokratîk wê li ber xwe bide, berxwedan wê ji Kurdistanê belavî Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe, çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiya li tevahiya cîhanê wê li ber xwe bide. Ev berxwedana li ser Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê, wê derbên kujer li faşîzma AKP-MHP'ê bixe wê wê hilweşîne. Wê sala 37'an a Pêngavê veguherîne sala têkoşîna demokrasî û azadiyê, ku faşîzm lê bê hilweşandin.

Li ser vê bingehê em Cejna Gerîla ya 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê xwe û dostên xwe careke din pîroz dikin, şehîdên leheng bi rêz bi bîr tînin, sala 37'an a Pêngavê silav dikin, bang li hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê rast fêhm bikin, xwe li ser bingeha vê xetê nû bikin, di sala 37'an a pêngavê de bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê û ruhê Serketinê şer bikin, rejîma faşîst-qirker têk bibin û ji her kesên ku di bin fermandariya Agît û Zîlan de şer dikin û li ber xwe didin serketinê dixwazin."