Piştî berxwedana gelê Şengalê, korîdor hate vekirin

Çalakiya gelê Şengalê gihişt endamê. Korîdora Mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de hate vekirin.

Piştî ku korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê di 15’ê Kanûnê de ji aliyê Iraqê hatibû girtin, gelê Şengalê li ser xeta sînor çalakî dabû destpêkirin. Piştî berxwedanê korîdor hate vekirin.

Piştî hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re, korîdora di navbera Şengal û Rojava hate vekirin.

Gel jî xwest bila korîdor bi protokoleke fermî were vekirin. Rayedarên Iraqê diyar kirin ku rayeya wan tuneye ku ew bi protokolê korîdorê vekin lê ew ê korîdor vekirî bimîne.

Hêzên artêşa Iraqê axa li ser rêya korîdorê rakir û rê vekir.

‘HETA KU BI PROTOKOLEKE FERMÎ WERE VEKIRIN’

Li ser navê kesên ku li sînor bûn, Qehtan Elî got ku, “Me di hevdîtinan de gotibû ku divê korîdor bi protokoleke fermî were vekirin lê rayedarên leşkerî diyar kirin ku rayeyeke wan a wisa tune. Em ê jî vê daxwaza xwe bibin ji Bexdayê re. Heta ku korîdor bi protokoleke fermî were vekirin ew ê çalakiyên me bidomin.”

Li ser xeta sînor çalakiyên gel didome.