'Piştgiriya ji bo YPG û YPJ'ê ji bo me cihê rûmetê ye'

Şervanê enternasyonalîst Serhat Tiqqun destnîşan kir, ji bo wan wezîfeyeke bi rûmet e ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de piştgirî dane hêzên YPG û YPJ'ê.

Şervanê enternasyonalîst ê ser bi Yekîtiyên Parastina Gel (YPG) Serhat Tiqqun ji ANF'ê re axivî. Tiqqun ku di nava tevgera xweser a Nantes Revoltee de demeke dirêj kar kir, sê sal in li Rojava di nava refên YPG'ê de li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe. Tiqqun tevlî berxwedana Serêkaniyê bû bi bîr xist ku YPG û YPJ'ê ji bo aramiya herêmê zêdeyî 10 hezar şervanên wan şehîd bûn û destnîşan kir, "Li Rojava sê sal in di nava refên YPG'ê de têdikoşim. Her wiha tevî tevgerên şoreşger ên Tirk ên ji alişyê siyasî û leşkerî ve xwe bi rêxistin kirine têdikoşim. Di nava vê demê de min dît ku gelên Rojava ji bo şoreşê temam bikin ketin nava têkoşîneke mezin."

Tiqqun destnîşan kir ku ne ji YPG û YPJ'ê bûya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê wê ti carî bi ser neketibûya û got, piştgiriya ji bo YPG û YPJ'ê ji bo wan wezîfeyeke bi rûmetê ye. Tiqqun destnîşan kir, "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya bi van hêzan re, ji bo Ewropayê, Emerîka Bakur û tevahiya dinyayê wezîfeyeke rûmetê ya mirovahiyê ye."

NE TENÊ HÊZEKE LEŞKERÎ YE

Tiqqun ragihand ku YPG û YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê têdikoşin û wiha dewam kir: "YPG û YPJ hêzeke şoreşger in ku soza paşerojê didin. Di nava civakên sosyal, femînîst de projeya konfederalîzma demokratîk xewn û xeyal nîne. Ev yek ji bo pêkhatina demokrasiyê li Rojhilata Navîn rêbaza herî guncaw û pêkhatî ye. Ji bo li herêmê aştî û aramî pêk were, rêbaza çareseriyê ya herî guncaw Konfederalîzma Demokratîke. Xwevegirtina ji vê projeyê sûcekî rastî ye. Ev yek ne tenê li pêşberî gelên Rojhilata Navîn li dijî tevahiya mirovahiyê sûcekî mezine."

TOVÊN BARBARIYÊ TÊN ÇANDIN

Tiqqun destnîşan kir ku dewleta Tirk li xaka ku bi kedeke mezin hatiye azadkirin tovên barbariyê diçîne û got, "Divê neyê hiştin ku vê yekê bike. Ev yek ne tenê wezîfeya milîtanên şoreşger in, her kesên xwe weke mirovekî baş dibînin divê li dijî vê yekê têbikoşin."

Tiqqun destnîşan kir ku li Serêkaniyê ji şervanên enternasyonalîst şehîdên wan çêbûn û got, "Ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk hevrêyên me û ji yekîneya me 8 heval şehîd bûn. Fermandara me û hevrêya me Ceren Guneş şehîd bû. Pêkanîna xeyalên şehîdan tenê bi dewamkirina têkoşîna wan dibe. Dema ku em li van hevrêyên xwe difikirin dikeve bîra me ku divê em têkoşîna wan bigihînin asta herî bilind û xurt bikin."

ÇETEYÊN CÎHADÎST BI RÊXISTIN DIKE

Tiqqun anî ziman ku dewleta Tirk bi dagirkeriyê re li herêmê rewşeke kaosê afirandiye û got, "Di nava yên ku êrişî me dikin de çeteyên 'Îslamî yên tundrew' ên cuda hene. Divê ev yek bê fêhmkirin. Êrişê dibin ser rêxistinbûna li Rojava. Yê ku van çeteyan li hev kom dike û bi rêxistin dike dewleta Tirk bi xwe ye. Ew çeteyên cîhadîst in ku ji bo pereyan şer dikin. Di nava çeteya 'MSO' d ku dewleta Tirk bi rêxistin kiriye bi sedan kesên di nava DAÎŞ'ê de bûn hene. Yên ku li Efrînê û Îdlibê şer kirin hene. Ew kes in ku li herêmê komkujî kirine, dizî kirine, dest avêtine mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê kirine. Divê ji aliyê leşkerî û siyasî ve ev faşîst bên tinekirin."

NATO ÇEKÊN XWE DIDE ÇETEYAN

Tiqqun destnîşan kir ku dewleta Tirk çek û derfetên leşkerî yên NATO'yê pêşkêşî van çeteyan dike û got, "Mirovên li Ewropayê yên xwe berpirsyar dibînin divê li dijî vê yekê bikevin nava hewldanên welê ku bandorê li polîtîkayên dewletên xwe bikin. Dewletên serdest niha biryar wergirtine ku Rojava bi tenê bihêlin. Ev rewş cihê şermê ye. Gelên cîhanê hemû divê ji bo Rojava gavên berbiçav biavêjin."