Peyamên Ocalan ji bo qeyrana sedsalê çareseriyê bi xwe re tîne

Ji bo nakokiyên di navbera gelên Rojhilata Navîn de bi dawî bibe, ji bo qeyrana heremê xilas bibe fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên sedsalê çareseriyê bi xwe re tîne.

Ji bo nakokiyên di navbera gelên Rojhilata Navîn de bi dawî bibe, ji bo qeyrana heremê xilas bibe fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên sedsalê çareseriyê bi xwe re tîne. Ji bo di navbera gelan de nijadperstî, olperestî, zayendperestî, tekperestî xilas bibe, hişmendiya neteweya demokratîk rêka ronakbûyînê vedike. Ev fikrên Ocalan di heman demê de aloziya di navbera dewletên heremê de jî çareser dike.

Di hevdîtinên Îmraliyê de diyar dibe ku ji bo siyaseta demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd-Tirk Ocalan aktorekî sereke ye. Li herêmê garantorê siyasî û civakî ye. Ev du sed sal in li Rojhilata Navîn pirsgirêkên modernîteya kapîtalîzmê bandor li gelan kiriye. Ocalan, hem ji bo civaka Kurd hem jî ji bo civakên ku di bin sîwana netewe dewlet de ne hewl dide bi siyaseta demokrasiya xwecihî van aloziyên sedsalê çareser bike. Ocalan di hevdîtina xwe ya 12’ê Hezîranê de nirxandinên xwe li ser têkiliyên Kurd-Tirk dike. Heke li Kurdistanê Kurd bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû bên hiştin ev bandora xwe li ser Anatoliya ya Navîn dike. Wê demê qirkirina Kurdan a li ser xaka Mezopotamyayê ti wateya xwe namîne. Her çiqas pirsgirêkên di navbera Kurd-Tirk de kur bibin jî rêka çareseriya demokratîkbuyîna Tirkiyê ye. Ev peyama Ocalan hem gelê Kurd hem jî civaka Tirkiyê wek nan û av eleqeder dike. Divê ev peyamên Ocalan ên dîrokî neyên paşguhkirin.

Divê Kurd-Tirk bi nexşerêya Ocalan pirsgirêkên xwe çareser bikin

Di sala 1993’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve agirbesta yekemîn hate ragihandin.  Piştî sala 2004’an ji aliyê tevgera PKK’ê ve guhertina paradîgmayê çêbû, ji bo xweseriya gelê Kurd û ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê Ocalan nexşeriya Komara Demokratîk nivîsand. Ev nexşe rê hate pêşkêşkirin. Li Komara Tirkiyeyê bi hişmendiya netewe dewlet pirsgirêka Kurdan a nasname ya çandî ya xweseriyê nehat çareserkirin. Ev pirsgirêkên Kurd-Tirk her tim ji aliyên dewletên Ewrupayê ve hat astengkirin. Ev şerê sedsalê ti çareserî bi xwe re neanî. Mirov dikare berxwedana Ocalan a li Îmraliyê li ser esasê paşeroja gelên heremê  bixwîne. Di hevdîtinên Îmraliyê de diyar dibe ku Ocalan di siyaseta aştî û demokratîk de israr dike. Ev siyaseta demokratîk hem gelê Kurd hem civaka Tirkiyeyê bi ser dixîne.

Tenê Ocalan dikare pirsgirêka Surî û Tirkiyê çareser bike

Li Rojhilata Navîn de yê ku çareseriya gelan dixwaze berxwedana Kurdan e. Kurd bi hişmendî û rêbazên nerm û yên demokratik her tim hewl didin qeyranên li Surî li Tirkiyê bi nasnameya gelan û bi dewletên heremê re siyaseta demokratik û rêka diyalogê bi hewildana xwe çareser bikin. Kurd hem li hember qirkirina li dijî xwe û ji bo kêm neteweyên heremî çarenûsa wan esas digre. Ev wek Suryanî, Asurî, Ermenî, Çerkez û hwd. Dewleta Tirk dixwest di vê sedsalê de hem Kurdên li Rojava-Surî û hem jî dixwest Kurdên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi jenosîda sedsalê re rû bi rû bihêle. Dewleta Tirk bi hevpeymana Mîsak-Milî jî hina dixwaze li Başurê Kurdistanê hişmendiya Osmaniyan, li Kerkûk û Musilê serwer bike. Ev dagirkirina Kerkûkê bi rêka komên çeteyan diyar dibe. Bi kurtasî di hedefa dewleta Tirk de qirkirina çandî û fîzîkî ya Kurdan û hemû kêm neteweyan heye. Heke Ocalan dibêje pirsgirêkên Surî û li Tirkiyê ji hev ne cuda ye, sedema bingehîn neqebûlkirina statuya Kurdan û nasnameya gelên heremê ye. Mînaka vê dewleta Tirk dixwaze di navbera gelên Ereb û Kurdan de nakokiyan derxîne.

Bi berxwedana Kurdan rêça ronahiyê vedibe

Ocalan di her hevdîtinên xwe de sedema pirsgirêkan bi peyamên xwe civakê agahdar dike. Ocalan qeyrana civakê weke pirsgirêkên genetîk bi nav dike. Ev bi hezar sal in bandora xwe ya dîrokî berdewam dike. Sedema pirsgirêkên malbatî, eşîrtî û bi qewmiyetê siyaset nabe, teng dimîne jî ji raya giştî re pênase kirin. Wê çaxê pirsgirêkên sosyolojîk, aborî, çandî encax di nav gelan de dikarin werin çareserkirin. Ev pirsgirêk di nav her neteweyê de dikare bê çareserkirin. Peyamên Ocalan ji bo Kurdan ji bo dewletên herêmê, ji bo gelan, ji bo jinan, ji bo ciwanan rêça ronahiyê ye.