Perî: Ji bo azadiya Rêber Apo biryara pêngaveke nû hate girtin

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî diyar kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye tevgereke ku îlhamê dide tevahiya cîhanê û got, wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara pêngaveke nû dane.

Ji delegeyên 8'emîn Civata Giştî ya KJK'ê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sulbus Perî civata giştî nirxand û diyar kir, ku biryarên girîng hatine girtin."

'BIRYARA PÊNGAVEKE XURT A JI BO RÊBER APO DERKETE HOLÊ'

Perî anî ser ziman ku civat bi dirûşmeya “Têkbirina dagirkerî û faşîzmê serketina jinê û ya gelan e” hatiye çêkirin û bi serketineke mezin bi dawî bûye. Perî destpêka nirxandinên xwe de civat li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîdên tekoşîna azadiyê, jinên Kurd, jinên cîhanê, jinên Rojhilata Navîn pîroz kir. Perî got yê ku bûye sedem ku jina Kurd li wê civatê kom bûye û îro sîstema xwe, paşerja xwe, qedera xwe nîqaş dike Ocalan bûye. Perî anî ser ziman ku bi vê sîstemê di warê hizir de dikarin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji esareta Îmrali rizgar bikin û ev yek weke armanc dane pêşiya xwe. Perî wiha got: "Ji bo em bikarin  esareta li Îmraliyê bişkînin, rejîma faşîst ya AKP’ê, ya navneteweyî bişkînin, em ji bo azadiya Serokatî di têkoşinê de derbasî merheleyeke emzin dibin. Li ser vê xalê di civatê de nîqaşên berfireh çêbûn. Biryara pêngaveke  nû ya geleki xurt ji bo azadiya Rêber APO derket holê. Em ê di çarçoweya wê pêngavê de çalakiyan bikin. Hem çalakiya bikin, hem fikir û ramanên Rêber APO li hemû cîhanê bidin nasîn. Ji bo esareta li Îmrali, êşkenceya li ser Rêber APO bişkînin û merhaleyeke nû  ji bo mirovahiyê, ji bo gelê Kurd, gelên din, ji bo jinan em bikarin derxin holê."

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî bal kişand ser qeyrana mezin a Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: “Niha wekî  ku tê xuyakirin Rojhilata Navîn di nav qeyraneke  mezin de ye. Di heman demê de şerekî germ heye. Ev şer ji bo ku emperyalîzm, kapîtalîzm, hêzên derve bi planên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dizayin bikin tê dayîn. Ev şer bêguman destpêkê bi destê DAIŞ, Nusra her wiha grubên din ên çeteyan dest pê kir. Ji bo wê em dibêjin ‘şerê wekaletê’. Rasterast dewlet bi navê xwe tê de nîn bun. Xwestin qirkirina gelan, ya jinan bi destê wan bikin.. Bi dehan dewlet piştgirî dane wan.” 

Perî diyar kir ku wan dewlet û hêzan hem ew çete finanse kirin, hem li ser lingan hiştin. Perî bal kişande ser ku armanca wan hêzan ew bû ku li herêmê şerekî bidin pêşxistin û gelan berdin hev. Perî ragihand, ku armanca wan ew e ku derfet bibînin ji bo xwe di herêmê de bicih bikin, di herêmê de sîstema xwe ji nû ve ava bikin û berjewendiyên xwe qeyîm. Perî nirxandina xwe wiha dewam kir: "Şerekî mezin derket. Bêguman ev şerê mezin destpêkê bi destê DAIŞ’ê û Nusra dest pê kir. Piştî li welatên ereb wekî Misir, Tunis serhildan çêbûn xwestin guhartina çêkin. Lê belê şer despêkir  û di hundirê Rojavayê Kurdistanê de  ev şer  giran bû. Li dijî gelê Kurd, li Şengalê li dijî Êzîdiyan xwestin fermanekê,  qirkirinekê bikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Li ser vê esasê bi êrîşekî mezin despêkirin. Lê gelê Kurd bi hemû hêza xwe, bi rêxistinkirina xwe di pêşengtiya jinê de berxwedaniyekî mezin nîşandin."

'ŞERÊ WEKALETÊ ŞIKEST'

Perî da zanîn, ku ev şerê wekaletê li herêmê bi berxwedaniya li Rojavayê Kurdistanê û li Şengal’ê hatiye şikandin û projeya wan derbeke mezin xwariye. Peri got ku dewlet piştî van darbeyan rasterast ket nava wî şerî û wiha nirxand: "Hedefa wan ya herî mezin gel bû, piştre jî jin bûn. Li Şengalê me bi çavên xwe dît ku êrîşekî mezin kirin, gel şikandin, jin birin li sûkan firotin, bazara jinan kirin. Di hemû aliyan de qirkirinekî fîzîkî, çandî, ehlaqî de, di hemû aliyan de xwestin civakê bidin bişkînin. Ji bo nirxên gel bi tevahî ji holê rakin. Lê belê di pêşengiya tevgera jina Kurd de li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê berxwedaniyeke mezin hate nîşandan. Piştî ev komkujiya li ser gelan hate şikandin merhaleyeke nû çêbû. Niha di hemû Rojhilata Navîn de, di Rojavayê Kurdistanê de, di İraqê de rengê pêvajoyê hate guhartin. Ev jî di pêşengtiya berxwedaniya gelê Kurd, bi taybet jî di pêşengtiya jinê de derkete holê.  DAIŞ’ê, hêza faşîst û dijminê gelê Kurd şikand. Ji bo gelan vê yêkê merhaleyeke nû da destpêkirin. Di vî alî de tevgera azadiyê a jina Kurd di Kurdistanê de jin bû hêza pêşeng, hêza berxwedanê, ya ji nû ve avakirina civakê."

Perî da xuyakirin, ku sîstema emperyalîzmê piştî vê şikandinê xwest sîstemeke nû derxe holê û li ser wê bingehê merhaleyeke nû vebû ye. Perî wiha got: "Di herêmê de di nav civakên Ereb, Suryan, Çerkez û herwiha Tûrkmenan de eleqeyeke mezin çêbû û hêviyeke mezin derxist holê. Di cihanê de jî ji bo jinan merhaleyeke nû vekir. Di pêşengtiya jinê de avakirina civakê, li ser himê azadiya jin projeya jiyanî bû."

'JI KURD Û KURDISTANÊ BIHURÎ, BÛYE CÎHANÎ'

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sulbus Perî anî ser ziman ku di 8. Civata Giştî ya KJK’ê de gelek mijar hatine gotûbêjkirin û gihîştine wê encamê ku bi rastî jî tevgera azadiyê  ji  Kurd û Kurdistanê  bihuriye û bûye cîhanî. Perî got: "Rast e pêşeng dîsa Kurd e, Kurdistan e. Lê belê wekî model, wekî rêxistin ji Kurdistanê bihurî ye. Li Rojhilata Navîn weki hêviyekê, wekî modelek û îlhamekê derdikeve holê. Di heman demê de di tevahî cihanê de  eleqeyekî mezin dît. Em dikarin bibêjin ku jina Kurd pêşengtiya tevahî gelan û jinan dike. Di vî warî de sîstema xwe jî li gora vê pêwistiyê, li ser himê konfederal, neteva demokratîk di pêşengtiya jinê de ji nû ve hate sazkar kirin.. Me jî di vê civatê de xebatên xwe nirxandin. Kêm û kurtiyên me çine? Çeperên me bi dest xistine  çine? Nirxandina van xalan jî çêbû ji bo ku em, kêmahiyan tespît bikin û çareser bikin.” Perî anî ser ziman ku ev yek ji bo berfirehtir xwe sazkarkirinê û bersivbûyînê pêwîstiyek e û got: “Ji bo bikarin bibin bersiva xwestek û hêviyên jinê me hin biryarên nû standin. Ji bo bikarin sîstema jinê y a demokratîk ji nû ve tevger bikin. Ji bo pergaleke  jinê bi giştî derxin holê. Di vî alî de biryarên esasî derketin. Heman demê ji bo sîstema jin li ser hîmê demokratîk were sazkirin, bi avayekî komûnal, demokratîk û  konfederal bê tevger kirin jî bûn mijara niqaşên berfireh. Komun, kooperatîf, meclîs, akademê, yekîne di nav de, di hemû milên jiyanê de pêwistiya jinê ji bo çi xalan hebe, em ji sîyasetê bigrin heya aborî, ji spor heya perwerdê, di hemû beşan de jin wê çawa xwe berfirehtir tevger bike hate gotûbêjkirin. Rêxistinên heyî yê çawa  berfirehtir bikin, hem di asta herêmî de, hem di asta giştî de di Rojhilata Navîn de, di tevahî cihanê de tevgerkirinên pêwîst e divê çawa bê pêşxistin. Li ser vê bingehê jî hinek biryar hatin standin."

'TIRS Û FIKARA QIRKIRINÊ DERBAS NEBÛYE'

Perî bilêv kir ku di şerê cihanî de ku li herêmê dewam dike û gelê Kurd jî tê de cihê xwe digre hê jî jin xwe ji tirsa qirkirinê rizgar nekiriye û wiha dewam kir: "Qirkirina bi destê dwlet, zilam, hêzên faşîst, DAIŞ, Nûsra û komên din ên çete tê kirin, heye. Em ji wê xeteriyê hê rizgar nebûne, ji bo wê jî parastina jinê bi hemû avayî hê berfirehtir pêwîste were xebitandin. Li çiya, li deştan, gundan, bajaran kûder dibe bila bibe, di her warî de ji bo parastina jinê were kirin û pêşxistin, ji bo di pêşengiya jinê de civak jî were parastin, di warê fîzîkî de, çand de, ziman de, giştî bê parastin, parastina jinê girîng  e û ji bo vê biryarên xurt hatin girtin. Em ê jî xebatên xwe li ser wê bingehê  xurtir û firehtir bikin ji bo ku em jin pêşengiya jiyanê jî bikin. Di vî warî de biryarbuyînekî mezin derkete holê. Em ê jî li ser wê biryarbûyînê merhaleyeke nû ya rêxistinî, ya demokratikbûnê, ya xwe parastinê bidin destpêkirin. Taybet ya herî mihûm jî  jin ji bo azadiya Rêber APO bi seferbertiyekî mezin em bihevin nav hamlê û tevbigerin. Li ser vê esasê kongre bi dawî bû û em bi ruh û coşa vê civatê  ji bo hemû gelan, gelên demokratîkxwaz, hemû jinên cihanê, Kurdistanê, li hemû jinên çalakvan re serketin dixwazin."