PDK li xwe mikur hat ku Baasî û Enfalkeran li Hewlêrê dihewînin

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar duh daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku Baasî û Enfalkaran li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê diparêzin û dihewînin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar duh di mîtînga propagandakirina hilbijartina Iraqê de axivî û diyar kir ku Baasî û kujerên Kurdan weke ‘Enfalkar’ tên zanîn li Hewlêr hatine hewandin ku destê wan di qetilkirina 18 hezar welatiyên Germiyan û Sûre de ne.

Baasî û Enfalkar li Helebce 5 hezar kes bi çekên kîmyewî û 8 hezar Barzanî jî enfal kiriye. Dîsa bi sed hezaran Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rengên cuda qetil kirine.

Tevî ku ev vekirî û bi belge li ber çavê her kesê hatin kirin jî, PDK qaşo bi navê tevgerekî Kurdî û Kurdistanî têkoşînê dike, lê bi xwe li xwe mikûr tên ku Baasî û kujerên Kurdan li Hewlêrê dihewînin û diparêzin. Dema vê dibêjin jî bi serbilindî dikin.

Bi dehan car partî û aliyên siyasî yên Kurd, dîsa rewşenbîr, nivîskar û kesayetên zana rexne li PDK’ê dike ku PDK ne tevgerekî Kurdî ye, li dijî Kurd û destkeftiyên Kurdan kar dike. PDK ji bo Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd têk bibe, di nava tevgerê de ye.

Gelek carî jî rayedarên PDK’ê li ber çavê kamerayan li xwe mikur hatin ku li gel dijminên gelê Kurd cih girtine û pêşiya tevgerên azadiya Kurd girtine. Îro jî rayedarek din ê PDK’î li xwe mikur hat.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar duh di mîtînga propagandaya hilbijartinê ya ji bo partiya xwe de li xwe mikur hat û ev got: “Gelek ji fermandarên hikûmerta berî niha (Baas) niha li Hewlêr dijîn.”

Heman rayedarî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek caran li gel rayedarên Baasî civiyan e. Di demekê de ku ji aliyê dadgeha Iraqê ve ev rayedarên Baasî ku destê wan di qetilkirina bi hezaran welatiyên Kurd û Iraqî de hene, vexwendine dagehê û ji qetilkirina welatiyên Kurd û Iraqî tewanbar kirine.

Piştî vê mikurhatinê 17 rêxistinên civaka sivîl bang li PDK’ê kir ku tavilê li ser van mikurhatinan daxuyaniyek bidin.