Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, saet derdorî 16:42’an konvoyeke ku ji wesayîtên zirxî yên PDK’ê pêk tê, ji bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ektin rê, hate ragihandin ku xwestine biçin devera Rêçbiraxa ya di bin kontrola hêzên gerîla de.
Konvoya leşkerî ya ji wesayîtên sivîl û zirxî yên PDK’ê pêk tê, bi ketina qada Geliyê Balidnê, rastî gerîla hatine, gerîla hêzên PDK’ê hişyar kirine, xwestine ku vekişin.
Çavkaniyên xwecihî, ragihandin ku hêzên PDK’ê li ser gotinên gerîla çek li gerîla kişandiye û ketiye nava provakasyonan. Çavkaniyan diyar kir ku bi ketina navbeynkariya gel û xwînsariya gerîla ev hewldana prvakatîf dawî bûye.
Hate ragihandin ku hêzên PDK’ê yên mijara gotinê li nêzî Baregeha Siri ya artêşa Tirk a li Şêladizê sekinîne.