PDK'ê pênc girên din ên li Zaxoyê radestî dewleta Tirk kir

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê didomin. Pêşmergeyên PDK'ê jî pênc girên din ên li Zaxoyê radestî artêşa Tirk kirin. Beriya niha jî şeş girên li Kanîmasî radestî artêşa Tirk kiribûn.

Li gorî nûçeya RojNewsê, hin çavkaniyên li herêma Behdînanê ku ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, ragihandin ku hêzên pêşmergeyan 22'ê Hezîranê jî pênc girên li Zaxoyê radestî artêşa Tirk kirine.

Yek ji girên ku radestî leşkerên Tirk hatine kirin Girê Serzêrik ê li herêma Behdînanê ye. Li ser wî girî bîst sal bû ku baregehên pêşmergeyan habûn. Lê di heman demê de navendên îstîxbarata Tirkiyeyê jî lê hebûn. Gir êdî bi temamî radestî artêşa Tirk hate kirin.

Girên din ên radestî leşkerên Tirk hatin kirin wiha ne: Girê Xemgîn ê li pêşberî Girê Baroxê, Girê Casus ê li jorê gundên Girika û Qumriyê yên li herêma Berwariyê, du nuteyên li nêzî tunela li Çiyayê Spî ya li Zaxoyê.

Li herêma tunelê leşkerên Tirk û alavên wan ên leşkerî li gel pêşmergeyan bûn. Pêşmerge bi temamî ji wê derê vekişiyan û radestî dewleta Tirk kirin.

Li gorî RojNewsê şêniyên herêmê nerazîbûn nîşanî radestkirina gir û herêmê ji bo dewleta Tirk dan û bi bîr xistin ku artêşa Tirk bîst û yek sal in li herêma Behdînanê ye. Şêniyekî herêmê got, "Hikumeta Herêma Kurdistanê tenê navê xwe heye. Ji bilî nav her tiştên xwe di destê Tirkan de ye."

LI KANÎMASÎ ŞEŞ DEVER RADESTÎ DEWLETA TIRK HATIBÛN KIRIN

PDK'ê 21'ê Hezîranê jî di dema serdana Serokê Herêmê Nêçirvan Barzanî de ya li Enqereyê nuqteyên herî stratejîk ên li herêma Kanîmasiyê radestî leşkerên Tirk kiribû. Bi giştî şeş herêm hatibûn radestkirin ku girên Dilman û Baroxê jî di nav de ne. Piştî rojekê leşkerên Tirk bi rengekî konvoyê li herêmê bi cih bûn.