Pêşmerge dîsa ji Şengalê reviyan

Hêzên pêşmerge yên PDK'ê, navenda Şengalê û gundên wê radestî Heşdî Şebî kirin.

Li gorî agahiyên ji Şengalê hatine bidestxistin, hêzên pêşmerge yên PDK'ê, xwe ji navend û gundên Şengalê vekişandin. Tê gotin, hêzên PDK'ê çeperên xwe radestî Heşdî Şebî kirine. Hêzên HPG û YJA Starê û YBŞ û YJŞ'ê yên li herêmê, di çeperên xwe de ne.

Hêzên PDK'ê xwe ji van herêman kişandin: Navenda bajarê Şengalê, Şebabît, Solax, Til Qesep, Hemedan, Tilbenat, derdora febrîqeya Çîmento, Qinê, Sinûn, Cidalê, Heyalê, Domîz, Werdiya, Golat, Niyêniyat, Herdan, Zorava û Şerfeddîn.

Hêzên PDK'ê roja 3'ê Tebaxa 2014'an jî ji ber DAIŞ'ê reviya bûn û çeperên xwe yên li Şengalê radestî DAIŞ'ê kiribûn.