PDK'ê çalakiyên ji bo Efrînê qedexe kir

Êzidiyên li kampa li Duhokê dimînin xwestin ji bo Efrînê çalakiyê bikin, lê belê rêveberiya kampê û Asayîşê nehiştin.

Êzidiyên ku 3'ê Tebaxa 2014'an ji êrîşên DAÎŞ'ê reviyan û xwe li Duhokê girtin, xwestin ji bo Efrînê çalakiyekê bikin. Lê belê rêveberiya kampê û Asayîşê nehiştin.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Êzidiyên Şengalî yên li kampê xwestin ji bo Efrînê çalakiyekê pêk bînin, lê belê rêveberiya kampê û Asayîşa PDK'ê gef li wan xwarine û ji wan re gotine ku lidarxistina çalakiyan ji bo Efrînê li kampê qedexe ye.

Her wiha gef li wan xwarin ku eger Êzidî ji bo Efrînê çalakiyan bikin wê ji aliyê Asayîşê ve bên binçavkirin.