Partiyên siyasî û wekîlên Ewropî ji bo HDP'ê û Kobanê bang kirin

Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamenta Ewropayê, têkildarî darizandinên 'Kobanê' daxuyanî dan, ku parçeyek ji operasyonên qirkirina HDP'ê ye û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP'ê.

Li Parlamenta Ewropayê; endamên Koordînasyona Koma Dostaniya bi Kurdan re François Alfonsi (Wekîlê Fransî yê Tifaqa Azadiyan a Kesk/Ewropayê), Andreas Schieder (Wekîlê Awûstûryayî yê ji Tifaqa Pêşverû ya Demokratan&Sosyalîstan), Nikolaj Villumsen (Wekîlê Danîmarkî yê ji Çep Kesk a Çep a Yekbûyî ya Ewropayê / Nordik) û lîderên Partiyên Siyasî yên Ewropayê Heinz bierbaum (Serokê Partiya Çep a Ewropayê), Evelyne Huytebrocek û Thomas Waitz (Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê), Lorena Lopez de Lacalle (Seroka Tifaqa Azadiyan a Ewropayê) û Sergei Stanishev (Serokê Partiya Sosyalîstn a Ewropayê 'PES') daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de işaret bi 'Doza Kobanê' hate kirin ku bi dehan jê HDP'î 108 siyasetmedar lê têne darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi zextên rêk û pêk hewl tê dayin HDP bê tepisandin, Berxwedana Kobanê were krîmînalîzekirin û hate destnîşankirin ku doz siyasî ye.

AKP'Ê NEHIŞT BÊ LÊKOLÎN

Wekîlên Ewropî bi bîr xistin ku dozgeriya Tirk dixwaze zêdeyî 100 kes bêne girtin ku rêveber û hilbijartinên HDP'ê jî di nav de ne û diyar kirin, tê xwestin ku xwepêşandanên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Kobanê' piştî bi salan weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' bê darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên DAÎŞ'ê berxwedan dihate kirin, dewleta Tirk piştgirî dida çeteyan û hate bibîrxistin, HDP'ê wê demê xwest ku meclîs bûyerên hingî lêkolîn bike, lê belê ev daxwaz ji aliyê AKP a Erdogan ve hate redkirin.

BERXWEDAN NIKARE BÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN

Serokên partiyan û wekîlên Ewropî destnîşan kirin ku ew li ber vê neheqiya li HDP'ê tê kirin radibin û nayê qebûlkirin ku hilbijartî ji ber bûyerên lêkolîna wan jî hatibû astengkirin berpirsyar bên dîtin û ji ber vê yekê bên girtin. Di daxuyaniyê de ji partiyên siyasî û parlamenteran hate xwestin ku bala xwe bidin ser mijarê û hate gotin, "Em piştgiriyê didin HDP'ê ku bi rêk û pêk zext lê tê kirin. Her wiha em dibêjin ku berxwedana ji bo piştgiriya Kobanê nabe ku bê krîmînalîzekirin."

Di daxuyaniyê de ev gotina Selahattîn Demîrtaş hate parvekirin: "Ya ku Erdogan jê aciz bûye kuştina mirovan nîne. Ya ku jê gelekî aciz bûye têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê ye."

BANGA JI BO PIŞTGIRIYA BI HDP'Ê RE

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku doz wê di 26'ê Nîsanê de dest pê bike, lê belê ji ber tedbîrên şewbê nikarin weke çavdêr lê amade bin, li şûna vê yekê bang li her kesî hate kirin ku li ser medya dîjîtal û li her devera ku lê ne piştgiriya HDP'ê bikin. hate ragihandin ku wê li medya dîjîtal li ser hashtagên #SolidarityWithHDP û #DefendKobani piştgirî bê dayin.

NÛNERTIYA HDP'Ê YA EWROPAYÊ BANG KIR

Li ser bingeha banga Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê û Lîderên Partiyên Siyasî yên Ewropayê, Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê jî kar dike. Di daxuyaniya nûnertiyê de hate gotin, "Em dixwazin vê banga girîng bigihînin her kesî. Ji ber tedbîrên şewbê gelek siyasetmedar nikarin biçin ku dozê bişopînin. Lê belê gelek siyasetmedar di nava lêgerîna peydakirina alternatîfan de ne. Lewma bi vê bangê re em ê xwe bigihînin hemû partiyên siyasî, parlamenter, nûnerên saziyan û dostên xwe ku wê rojê çalakiyan bikin. Li dijî siyaseta fen û fûtan a AKP a Erdogan û hewldanên krîmînalîzekirina HDP'ê û berxwedana Kobanê, em zanin ku yên di pêvajoya berxwedana Kobanê de xwedî li berxwedanê derketin wê îro jî bi têkoşerên demokrasî û azadiyê re bin."