Parlamenterê Yewnan rewşa Efrîniyên li Şehbayê ji NY'ê pirsî

Parlamenterê partiya LAE ya li parlamenta Yewnanîstanê Nîkos Xondîs rewşa Efrîniyên ji cih û warê xwe bûne û li Şehbayê bi cih bûne, ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê pirsî û xwest, tavilê alîkarî ji wan re bê kirin.

Parlamenterê Partiya Yekbûna Gelan a (LAE) ya li Parlamenta Yewnanîstanê Nîkos Xondîs bi pêşnûme pirsekê rewşa Efrîniyên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koçî Şehbayê bikin ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) a Ewropayê pirsî.

Parlamenter Xondîs bi bîr xist ku piştî Efrîn Sibata 2018'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, Efrînî ji ber komkujî û talanê neçar man cih û warê xwe biterikînin û li herêma Şehbayê bi cih bibin.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl dide bi derfetên xwe bibe bersiv ji pêdiviyên Efrîniyan ên li kampên berxwedan, serdem û Şehbayê.

Parlamenter Xondîs diyar kir, pêwîstiya Efrîniyên li Şehbayê bi alîkariya lezgîn a însanî, ava vexwarinê, cihê paqij, xwarin û derfetên tenduristiyê heye.

Di pêşnûme pirsê de ev pirs li Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê hatin kirin:

* Der barê rewşa Efrîniyên penaber de çi agahî bi we re heye?

* Ji bo bi lezgînî alîkarî bigihêjin penaberan, hûn ê çi gavên berbiçav biavêjin?

Xondîs ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê xwest, bi lezgînî bersivê bide pêwîstiyên Efrîniyan û alîkariyê bi wan re bike.