Parêzvanên Erdogan êriş birin ser xwepêşandêrekê

Parêzerên Erdogan ku ji bo konferansa Lîbyayê pêr çûn Berlînê, êriş birin ser jinekê ku çalakiya bêîteatiya sivîl dikir.

Elmanyayê pêr malovanî ji civîneke navneteweyî re kiribû. Konferansa ku ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yê li Lîbyayê bi pêşengiya Elmanyayê pêk hat, di serî de lîderên DYE, Rûsya, Çîn, Tirkiye, Îngilistan, Fransa û Misrê lîderên gelek welatan tevlî bûbûn.

Yek ji kesên ku Serokwezîr Angela Merkel ji bo konferansê ew vexwend, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû. Dema ku Erdogan hat Berlînê, xwepêşandake girseyî ya şermezarkirinê hate lidarxistin. Dema ku konvoya Serokkomarê Tirk ji nêzî avahiya Serokwezaretiyê derbas bû, jinekî çalakiyeke bêîteatiya sivîl kir.

Di dîmenan de ku ji aliyê nûçegihanê ZDF'ê Andreas Kynast ve hatin kişandin, tê dîtin ku parêzvanên Tirk ji konvoya Erdogan peya dibin û êrişê dibin ser xwepêşandêrekê. Jina ku bû hedefa êrişa parêzvanên Erdogan û navê wê nehate eşkerekirin, demekê ji aliyê polîsên Elman ve hate destgîrkirin.

Yekîneyên ewlekariyê yên Elman ragihandin ku ji bo jinê ji parêzvanên Tirk biparêzin wan ji cihê bûyerê birine. Hin alîgirên rejîma Erdogan ê li Elmanyayê jî bi îdîaya "Heqaret li Serokkomarê me kiriye" giliyê aktîvîstê kirin.