Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li CPT dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û jê xwest, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li CPT dan.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê qedexeya hevdîtinan bi rêk û pêk dewam kiriye û ji CP hate xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Parêzeran serlêdanên ji bo Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hatibûn kirin bi bîr xistin û bersivên ji wan re hatine dayin ji komîteyên re ragihandin. Parêzeran ji bo bidawîbûna tecrîdê hin daxwazên xwe anîn ziman.

Parêzeran diyar kirin ku di nava çar mehên derbasbûyî de ji bo dîtina muwekîlên xwe 68 serlêdan kirine, her wiha bira, wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din jî 20 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Di serlêdanê de ya ji bo CPT hate kirin, wiha hate gotin, "Qedexeya serdanê ku di pratîkê de bi rengekî nehiqûqî bi cih tê anîn, dewam dike. Hevdîtineke bi tenê ya malbatê û parêzeran nekariye bê kirin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve parêzeran, ji 3'ê Adara 2020'î û vir ve jî malbatê nekariye serdanê bikin."

Parêzeran bi bîr xistin, ji ber ku Serdozgeriya Bûrsayê bersiv ji serlêdanên wan re neda, wan serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û gotin, "Serlêdana me ya ji bo sererastkirina şert û mercên girtinê yê bi salan e dewam dike, bi rengekî nehiqûqî û neqanûnî hate redkirin."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku nameyan jî nadin muwekîlên wan û ji bo dawî li vê êşkence û kiryarên xerab bê anîn daxwazên xwe anî ziman û bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe:

"* Komîteya we bila bi rengekî lezgîn serdana Girava Îmraliyê bike,

* Divê parêzer karibin tavilê serdanê bike û ev yek jî dewam bike,

* Malbat û wasî karibin biçin serdanê, ev yek bi berdewamî pêk were û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin,

* Li gel bicihanîna mafê serdanê, mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were bicihanîn,

* Dawî li astengiyên li pêşiya amûrên ragihandinê yên mîna name û faksê bê anîn,

* Kiryarên pratîkî yan jî nehiqûqî yên astengkirina dayina rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin,

* Ji bo dawî li şert û mercên kiryarên xerab, derveyî mirovahiyê û êşkenceyê bê anîn, tedbîrên xurt bêne wergirtin û bên bicihanîn."