Orhan: Tecrîd êrîşeke giştî ye

Wekîla Wanê ya HDP'ê Muazzez Orhan got tecrîda li ser Ocalan êrîşeke giştî ya li ser jiyana Kurdan e.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan û Wekîla Wanê ya HDP'ê Muazzez Orhan li dijî polîtîkayên tecrîdên yên domdirêj ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê li jinan kirin.

Orhan ji ANF'ê re axivî, got tecrîd ne hiqûqî ye, ne meşrû ye û sûcê mirovahiyê ye. Orhan got di şexsê Ocalan de ev li ser hemû Kurdan û girtiyan tê kirin û domand, ''Êrîşeke giştî ya li ser jiyana Kurdan e''. Orhan her wiha diyar kir ku divê êşkenceya domdar bi rengekî zelal were redkirin. Orhan got bi çarçoweya hiqûqa gerdûnî û normên însanî divê tecrîd bidawî bibe û ev ê ji bo pêkhatina rewşeke demokratîk û aştiyê jî baş bibe.

PARÇEYEK JI PIRNISANDINA KURDAN E

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan jî got ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe divê zêdetir kêferatê bikin û domand, ''Tecrîd a ku sûcê mirovahiyê ye, di şexsê Birêz Ocalan de polîtîkaya tinekirina Kurdan e. Em dizanin ku ev parçeyeke ji pirnisandina Kurdan e. Em bang li hemû jinan dikin ji bo ku dawî li tecrîdê were divê em rabin ser piyan.''