OHD: Li Xelfetiyê êşkence li gel tê kirin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku li Xelfetiyê êşkence li gel tê kirin û bang li CPT’ê kir.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê êşkenceya li Xelfetiyê daxuyanî da

‘NIKARIN BIMEŞIN DIBE KU ÊŞKENCE DIDOME’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di piştî şerê di 17’ê Gulanê de yê li Dergîliya Xelfetiya Rihayê û derdora wê gelek kes hatine destgîrkirin û ev tişt hate gotin: “Du malbat hemû hatine destgîrkirin û birina Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê. Li vê derê êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Piştî ku 24 saet ji ser destgîrkirina derbas bûye û divê parêzer biçin serdana wan, polîsan destûr nedane ku parêzer wan bibîne.

Duh bi şev saet di 21.00’an de parêzer karine biçe serdana wan û derketiye holê ku ev kes nikarin bimeşin û biaxivin. Fikara me ev e ku piştî serdana me jî êşkence didome.

Li Şaxa TEM’ê bêhiqûqî tê kirin û li ser bi dehan kesan êşkence tê kirin.

Em bang li heyeta CPT û Wezareta Edaletê dikin ku bila li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û ji bo ku parêzer biçin serdana muwekîlên xwe divê gavên pêwist were avêtin.

Em bi bîra êşkencekaran jî dixînin ku êşkence di warê neteweyî û navneteweyî de qedexe ye! Divê were zanîn ku êşkencekar wê rojekê teqez hesab bidin. Em diyar dikin ku em ê vê dozê bişopînin û ji bo ku êşkencekar werin darizandin em ê di warê hiqûqî de gavên pêwist biavêjin.”