Nûnertiya Rojava xelata rêzdariyê da şandeya ku beşdarî konferansê nebûbûn

Nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê xelata rêzdariyê da wan kesên ku dixwestin beşdarî ‘Konferansa guhertina demogragiya Efrînê’ bibin.

1’ê Kanûna 2018’an şandeyek ji Başûrê Kurdistanê ku ji Sirûş Helbcey, Hawjîn Heme Emîn, Sabri Simko Şerîf û Aso Ebduletîf pêk dihat, bi armanca beşdarî ‘Konferansa guhertina demografiya Efrinê’ bibin, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve ketin rê lê li deriyê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêveberiya Başûr ve destûr nehate dayîn ku beşdarî konferansa li bajarê Amûdê bibin.

Nûnertiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi armanca pîrozkirina vê hewldanê ‘xelata rêzdariyê’ ya ku ji aliyê komîteya amadekar a konferansê ve hatibû amadekirin, da wan kesên ku dixwestin beşdarî konferansê bibin. Îro şandeya mamosteyan serdana nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê Hevseroka nûnertiyê Xewle Mistefa û endamê rêveberiya pêşwazîkirina nûneran Cemîl Rehman ve hate pêşwazî kirin.

Piştre nûnertiya Rojavayê Kurdistanê ‘xelata rêzdariyê’ ya ku ji aliyê komîteya amadekar a konferansê ve hatibû amadekirin, radestî endamên şandeyê kirin.