Nîzamettîn Taş xwest bi MÎT'ê re partiyekê li dijî PKK'ê ava bike

Ji rêveberên MÎT'ê yên di destê HPG'ê de ne Aydin Gunel got, Nîzamettîn Taş ê ji nava PKK'ê reviya bi Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT'ê û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT'ê re hevdîtin kiriye û li dijî PKK'ê pêşniyara 'avakirina partiyeke nû' kiriye.

Ji rêveberên MÎT'ê yên girtî Aydin Gunel diyar kir ku sala 2017'an bi Nîzamettîn Taş re hevdîtin hatine kirin û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT'ê Mehmet Levent Turkgucu û Serokê Daîreya Koordînasyonê ya MÎT'ê Yûsûf Serkan Paksoy jî tevlî van hevdîtinan bûne. Di hevdîtinan de 'karê ji bo avakirina partiyeke li dijî PKK'ê' hatine nirxandin.

TAŞ DU CARAN BI RÊVEBERÊN MÎT'Ê RE HEVDÎTIN KIR

Ji rêveberên payebilind ên MÎT'ê ku Tebaxa 2017'an li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên HPG'ê ve hatein girtin Aydin Gunel, li ser hevdîtinên bi Nîzamettîn Taş ê ji nava PKK'ê reviya re hatin kirin, agahî da. Li gorî agahiyên ji aliyê Gunel ve hatin dayin, Taş û rêveberên MÎT'ê sala 2017'an du caran li hev rûniştine. Hevdîtin bi navbeykariya Rêxistina Îstîxbaratê ya PDK'ê (Parastin) li bajarê Seleheddîn ê Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Nîzamettîn Taş di hevdîtinê de li ser daxwaza xwe ya ji bo avakirina 'Partiyek li dijî PKK'ê projeyê pêşkêşî rêveberên MÎT'ê dike û MÎT jî vê projeyê qebûl dike.

HEVDÎTIN LI NAVENDA PARASTINÊ PÊK HAT

Ji rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatine girtin Aydin Gunel, li ser karên xwe yên hevpar ên bi kes û hêzên ji nava PKK'ê reviyan û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd kar dikin, agahî da. Gunel diyar kir, Nîzamettîn Taş serkêşê wan kesan e ku dixwazin li Bakurê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê partiyeke alternatîf ava bike. Taş û rêveberên MÎT'ê bi vê armancê sala 2017'an du caran li hev rûniştin. Hevdîtin jî li navenda Parastinê ya li bajarê Seleheddînê pêk hat.

'TEVÎ SEROKÊ DAÎREYA OPERASYONÊ YA MÎT'Ê LEVENT TURKGUCU EM PÊ RE RÛNIŞTIN'

Çend ji agahiyên ku rêveberê MÎT'ê Aydin Gunel li ser mijarê da, wiha ne: "Nîzamettîn Taş ê bi navê kod Botan ji me re got ku dixwaze hevdîtinê bike. Daxwaza hevdîtinê bi rêya rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê (Parastin) hate kirin. Parastinê ev daxwaz bi rêya Konsolosxaneya Erbîlê ji Musteşariya MÎT'ê re ragihand. Li ser vê yekê, Adara 2017'an tevî Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT'ê Mehmet Levent Turkgucu em hatin Erbîlê û li avahiya Parastinê ya li Selehaddînê bi Nîzamettîn Taş re rûniştin. Di hevdîtinê de berpirsyarê maseya PKK'ê ya Parastinê Salih Barzanî, nûnerê MÎT'ê yê Erbîlê Selçûk Şenel û tercûmanek jî amade bû."

Aydin Gunel bi dewamî diyar kir ku Taş di hevdîtinê de nêrînên xwe yên li ser bûyerên li herêmê diqewimin ragihandiye û piştre gotiye, ew dixwazin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, partiyeke ku bibe 'Alternatîfa PKK'ê ava bikin û di vê mijarê de piştgiriyê dixwazin. Li gorî gotinên Aydin Gunel, Nîzamettîn Taş di hevdîtinê de bi bîr xist ku ew sala 2004'an ji PKK'ê qut bûye û rêxistina bi navê PWD a bi Osman Ocalan û Hidir Sarikaya re ava kirine, bi ser neketiye. Her wiha jê re gotiye, 13 sal in ew li bin kontrola PDK'ê dimînin, tên mijûlkirin û 'dema wan bi valatî derbas dibe'.

NÎZAMETTÎN TAŞ Ê JI NAVA PKK'Ê REVIYA, AVAKIRINA PARTIYEKE NÛ PÊŞNIYAR KIR

Nîzamettîn Taş li ser 'partiya nû' ya ku dixwazin ava bikin, van agahiyan dide rayedarên MÎT'ê: "Em dixwazin bi partiyên Hak-Par, PAK û PWD re li hev kom bibin û li Tirkiyeyê partiyeke legal ava bikin. Bi pêşengiya PDK'ê demeke dirêj em hevdîtinan dikin. Armanca vê partiyê, şikandina bandora PKK'ê ya li herêmê ye. Gelek eşîr û malbatên cerdevanan hene ku destekê didin me. Beşek ji kadroyên di salên damezrandina PKK'ê de amade bûn, bi me re ne. Em ê li Tirkiyeyê karê rêxistinbûnê bikin û hewl bidin xwendekarên zanîngehan ber bi xwe ve bikişînin. Em ê weşanên qenala TV bikin."

Nîzamettîn Taş dibêje, piştî ku partî ava kirin wê hin kadroyan bişînin Tirkiyeyê. Ji bo kesên bişînin Tirkiyeyê jî dixwaze 'pirsgirêkên hiqûqî' çareser bibin, bên parastin û ji bo vê jî alîkariyê ji endamên MÎT'ê dixwaze.

Taş her wiha ji rêveberên MÎT'ê re dibêje ku PDK alîkariya madî dide wan.

Di hevdîtina Adara 2017'an de Taş diyar dike ku di mijara karê avakirina partiyê de di nava wan de hin nakokî hene, lê belê wan rêziknameya partiyê amade kirine.

JI MÎT'Ê RE RAPOR TÊ PÊŞKÊŞKIRIN

Li gorî îddîaya endamê MÎT’ê Aydin Gunel, rêveberên MÎT’ê yên ku vedigerin Enqereyê derbarê hevdîtina ku kirine, Raporekê ji navenda xwe re pêşkêş dikin. Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî projeya ku Nîzamettîn Taş pêşkêş kiriye di asta destpêkê de ye û tê diyarkirin ku divê xebat werin şopandin, li benda lîsteya Nîzamettîn Taş were sekinandin a ku tê de tê destnîşankirin ku divê ev kes werin parastin û pê re jî têkilî bidomin.

DEMA ENDAMÊN MÎT'Ê TÊN GIRTIN PROJE TÊK DIÇE

Di Hezîrana 2017’an de careke din hevdîtinek tê lidarxistin. Ev hevdîtin ji ser rêxistina PDK’ê ya îstîxbaratê Parastinê tê kirin. Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT’ê Yûsûf Serkan Paksoy tevlî vê civînê dibe. Paksoy beriya ku biçe vê hevdîtinê, raporên civîna di meha Adarê de dixwîne. Dema ku vedigere Enqereyê diyar dike ku Nîzamettîn Taş tiştekî nû ji wan re negotiye, rêziknameya partiyê amade ye ya ku dixwazin ava bikin û piştî Cejna Remezanê ew ê serî lê bidin. Gunel ê ku endamê MÎT’ê ye diyar dike ji bo partiya ku ew ê were avakirin ew jî di hevdîtinê de amade bûye lê ji ber ku di Tebaxa 2017’an de ji aliyê PKK’ê hatine girtin, ev hevdîtin di nîvî de maye û tenê du hevdîtin hatiye kirin. Gunel diyar dike ku piştî girtina xwe ew nizane di vî warî de çi pêk hatine. Bi qasî ku ji îfadeyên Gunel tê fêmkirin bi girtina endamên MÎT’ê yên ku bi Nîzamettîn Taş re di têkiliyê de bûn, ev proje jî têk diçe.

VÎNA SIYASÎ KEMAL BÛRKAY ANÎ TIRKIYEYÊ

Herî dawî berpirsê MÎT'ê Aydin Gunel dibêje MÎT li Bakurê Kurdistanê ji bo ku alternatîfa PKK'ê ava bike tim di nav hewldanan de ye û got, ''Vîna siyasî Kemal Burkay anî Tirkiyê. Ew bi dahol û zirnê pêşwazî kirin. Armanc ew bû ku were gotin, va alternatîfî PKK'ê pêkhateyeke me ya Kurd heye. Lê ew xebat jixwe bi ser neket. Nîvco ma.''

Berpirsê din ê MÎT'ê Erhan Pekçetîn jî li ser heman mijarê got, ew ji hevdîtinê agahdar bûne û got, ''Serok Serkan xwest ku em partiya ku nû ava dibe bişopînin. Serok Levent jî ji bo partiya ku wê nû were avakirin behsa 300 hezar dolarî dikir. Ji bo mesrefa damezirîna partiya nû li vî pereyî difikirîn.''

ÇI BÛBÛ?

Ji rêveberên MÎT'ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji bo êrîşên li ser rêveberên PKK'ê koordîne bikin Tebaxa 2017'an dema ku çûbûn Başûrê Kurdistanê, li nêzî bajarê Silêmanî ji hêla hêzên HPG'ê ve bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Dîmenên girtinê yên rêveberên MÎT'ê beriya bi çend mehan hatibûn weşandin. 

Rêveberên MÎT'ê Gunel û Pekçetîn têkilî komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an agahiyên girîng dabûn. Rêveberên MÎT'ê bi berfirehî agahî dabûn ku komkuijya Parîsê ji hêla navenda MÎT'ê ve çawa hatiye organîzekirin, ku di vê komkujiyê de Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, hatibûn qetilkirin.