Nîjatperest wê nikaribin biçin Fuara Pirtûkan a Helsînkiyê

Wê nehêlin ku Weşanxaneya Kîaûs ku diyar bû bi rêxistinên nîjatperest re têkildar e, tevlî Fuara Pirtûkan a li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bibe. Fuar wê di navbeyna 26-28'ê Cotmehê de pêk were.

Piştî ku derkete holê têkiliyên xwe bi kovara nîjatperest re hene, destûra ku Weşanxaneya Kîaûsê tevlî Fuara Pirtûkan bibe hate betalkirin.

Şefê Fuarê Ronja Salmî got, weşanxaneya navborî li dijî nirxê fuarê ye û got, "Fuara Pirtûkan şaşiyek kir. Diviya destûr nedaya ku weşanxane tevlê fuarê bibe."

Salmî diyar kir, piştî ku ew hatine hişyarkirin wan li pirtûk û kovarên weşanxaneyê nerîne, kovara Sarastus li dijî nirxên mirovên din ên ku wê tevlî fuarê bibin radiweste û got, "Em destekê nadin aktorên bi ramanên wiha ne."

Şefê redaktor ê Sarastûsê Hannîkanîen 2015'an li ser hesabê xwe yê Facebookê dijûn li rêvebererên jin ên du federasyonên jin kiribû, ku van federasyonan mafê jinan diparastin, li dijî tundî û zexta li ser jinan.