Nerazîbûna li hember destavêtina li zaroka li Şirnexê dewam dike

Hewldana destavêtinê ya çawîşê pispor a li zarokeke 13 salî ya li Şirnexê, bi girseyî tê protestokirin.

Li Şirnexê çawîşê pispor ê bi navê A.A hewl da dest bavêje zarokeke keç a 13 salî. Piştî bûyer hate bihîstin şêniyên bajêr dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Polîsan bi gaza ku çavê mirovan dişewitîne êriş birin ser gel.

Nerazîbûna tevahî rojê li navçeyê û li ser tevnên dijîtal hatin kirin saetên şevê jî li navenda bajar dom kir. Gelek ciwanên ku li navenda bajêr li kom bûn bi dirûşmên 'Bêdeng nemîne, her ku bêdeng bimînî wê dor bê te jî' li pêşiya avahiya ku bûyer lê qewimî hatin ba hev.

Li aliyê din ciwanên xwestin ji taxa Gazîpaşa heta Yenî Çari bimeşin, polîsan bi gaza ku çavê mirovan dişewitîne êriş kirin.

Ciwanên belavî nava kolanan bûn çalakiya xwe didomînin. Li navenda bajêr bi sedan polîs û bi dehan wesayîtên zirxî rawestayîne. Aloziya li bajêr dom dike.

Çawîşê pispor ê bi navê  A. A piştî îfadeyê hate girtin.