‘Ne tenê bira, hevalekî jinê yê dirûst bû’

Gerîla Ronahî Çekdar qala birayê xwe şehîd kir û got: “Bi tevlîbûna heval Çekdar ruhê welatparêzî ku li malbatê hebû geştir bû. Êdî ji wê malbatê tekoşerekî li serê çiyan hebû, ev jî barekî din li ser malbatê çêkir ku zêdetir di xebatan de cih bigrin.”

Li Kurdistanê gelek malbat hene ku heya dawiyê di nav tekoşîna azadiya gelê Kurd de cih digrin û zarokên xwe beşdarî xebatên şoreşê dikin. Gerîla Ronahî Çekdar ku birayeke wê jî di nav refên Gerîla şehîd bûye û ew li ser şopa wî dimeşe wiha qala tekoşîna birayê xwe û rastiya malabata xwe kir:

“Heval Çekdar di malbateke welatparêz de çavan vedike û di temenekî bi çok de rastiya dagirkeriya li ser Kurdistanê dinase. Heval çekdar xwedî lêgerînekî mezin ya jiyana azad bû. Ew rastiyên ku gelê Kurd jiyan dike jêra dibû weke mijara sereke ku li ser lêhûrbibe û ji bo wê xwe amade bike. Ew li pey jiyaneke azad bi hezkirinekî mezin digeriya. Çawa ku her zarokekî Kurdan zû li ser rewşa gelê xwe serwext dibe, heval Çekdar jî erkên xwe weke ferdekî Kurd zû dibîne û dest bi lêgerînnekî mezin dike.

Çanda malbatê ku ji rastiya PKK bandor bûbû, li ser heval Çekdar û di her kêliya jiyana wî de diteyise. Ji ber wê her kes jê hez dikir û bi rêzdarî nêzî wî dibû. Ji ber heval Çekdar bi rêz nêzî her kesî dibû, heger zarok ba yan mezin ba ji her kesî re rêza xwe nîşan dida û ev dihişt ku cihekî wî ya cuda di nav hawirdûra wî de were qezenc kirin. Di malbatê de jî nêzîkatiya wî derbarê jinê ne wek yê civakê bû. Ne dihişt ku kesek bi awayekî şaş nêzî jinê bibe. Di vê derbarê de gelek bû alîkar ji min re. Em bi hevra diçûn şivaniyê û min fêrî her tiştî dikir.

Heval Çekdar salekê ji min mezintir bû, em her bi hev re man û min tevgerên wî dişopand. Bi rastî tevgerîna wî bala mirovan dikşand. Ji ber ku bi armancekî ve hatibû girêdan û ji bo pêkanîna wê tekoşîn dikir. Heval Çekdar him bira bû û him heval bû. Em herdu yên herî bi çok bûn li malê lê hevlê Çekdar ji her kesî zêdetir berpirsyartî radikir û xwe dida pêş. Di jiyanê de ne wek her ciwanekî di nav civakê de, tersî wê ew lêgerîna wî ya azadiyê ne tenê lêgerînekî kesayetî dima, tersî vê dixwest her kesî beşdarî vê lêgerînê bike. Herî dawî jî ew lêgerîn di sala 2009’an de wê dighîne serê çiyayê Kurdistanê û nav refên gerîla cihê xwe digre.

Bi tevlîbûna heval Çekdar ew ruhê welatparêzî ku li malbatê hebû zêdetir geş bû. Êdî ji wê malbatê tekoşerekî li sere çiyan hebû, ev jî barekî din li ser malbatê çêkir ku zêdetir di xebatan de cih bigrin. Ew zêdetirî salekê li Bakurê Kurdistnaê me piştra derbasî Başûr bû. Wê demê ez tevlî bûm û hatim bakûr lê me nikarîbû ku em hevdu bibînin. Bi demê re min hevalên ku wî nas dikin dît. Hemû hevalên ku nas dikirin bi hezkirinekî û coşekî mezin qala wî dikirin. Digotin ‘heval Çekdar di tekoşîna xwe de nimûne ye. Ne tenê nav hevalên xort, di nav hevalên jin de jî wisa dihat pênase kirin.’ Ango nêzîkatiya wî ji hevalên jin re di astekî her jor yê hevaltiyê de bû.

Heval Çekdar di çapemeniyê de cih girt. Ew sekna wî ya bi hêz bû sedem di xebatekî wisa ya girîng a propagada cih bigre. Lê qet derfetê me tine bû ku em hev bibînin. Bi vî awayî heya sala 2011’an li Geliyê Teyarê şehîd dibe. Şehadeta wî ji bo min xwedî bandoriyekî mezin bû, lê min her armanc dikir û dikim ku xewin û xeyalên wî pêk bînim û li ser şopa wî bimeşim. Yê ku hêz dide min hezkirina wî ya Rêber Apo û Şehîdan û girêdana bi xeta partiye ya kesayeta wî bû. Rûkeniya ku li ser rûyê wî serwer dibû nirxekî mezine afirand û ji bo min bû rêbazê jiyanê.”