Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan: Nexşeya xweseriya Şengalê pîroz be

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî, nexşeya xweseriya Şengalê pîroz kir.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de nexşeya xweseriya demokratîk a Şengalê pîroz kir. Daxuyanî wisa ye:

“Di serî de em NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan) nexşeya xweseriya Şengalê li tevahiya gelê herêmê, civaka Êzidiyan û mirovahiyê pîroz dikin. 

Ragihandina nexşerê û rêgezê Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, ji bo civaka Êzidiyan ji nan û avê ferztir bû. Ji ber ku li ser fermana Şengalê sê sal derbas bû, rewşeke nediyar hebû û gelek derdor li bendê bûn ku Şengal cardin weke berê bêstatû bimîne û li gorî berjewendiyên xwe Êzîdxanê bi rê ve bibin.

Lê piştî fermana dawî gelek bêrdelên giranbûha hatin dayîn û destkeftiyên civaka Êzidiyan a li Şengalê gihîştin asta kêfxweşiyê ku îro li çiyayê Şengalê projeya Xweseriya Demokratîk ya Êzîdxanê tê ragihandin.

Pêwîst e hemû derdorên ku bandora wan li ser Şengalê hene, helwesta xwe zelal bikin û piştgiriya vê projeyê bikin. Lê ji her kesî bêhtir girîng e civaka Êzidiyan û saziyên wê li welat û derveyî welat li vê nexşerêyê xwedî derkevin.

Ji bo serkeftina xweseriya Êzidxanê, em jî saziya civaka Êzidiyan a li Ewropayê, tiştê dikeve ser milê me, em ê di pratîkê de pêk bînin û li erka xwe xwedî derkevin.”