Nasnameya şervanê YPS’ê yê li Wanê jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin

Nasnameya şervanê YPS’ê yê ku 16’ê Tîrmehê li Wanê li dijî artêşa Tirk li ber xwe da û jiyana xwe ji dest dabû Şahan Colemêrg (Alî Şahîn) e.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê ku têkildarî mijarê daxuyaniyek da, wiha got: “Şahîn bi qehremanî li ber xwe da û şehîd ket.”

Daxuyaniya YPS’ê ya li ser malpera ferîmî ya înternetê parvekirî wiha ye:

“16’ê Tîrmehê di saetên şevê de li ser Rêya Cûmhûryet ya girêdayî navçeya Wanê dema ku komekî çeteyên AKP’ê dixwestin gel bînin himberî hev û proveke bikin, yekîneyên YPS’ê ji hewa ve bi rêbazekî taybet ev kom bombe kiriye. Li vir kuştî û birîndarên çeteyên AKP’ê çêbûne. Piştî vê çalakiyê hêzên şer ên taybet û qirêj li Taxa Xaçortê dest bi operasyonekê kiriye. Li vê devera ku Şahan Mamxûrî yê şervanê YPS’ê lê dima ji saet 10:30’ê şevê heta saet 04:30’ê bi qehremanî li dijî dijmin şer kiriye, ji berxwedanê gav bi şûnde neavêtiye. Di encamê de gelek kuştiyên hêzên şerê taybet ê AKP’ê pêk hatiye, lê têkildarî hejmaran agahiyên zelal nehatiye bidestxistin. Hevrê Şahan Mamxûrî yê ku cebilxaneya wî qediya ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi xwe dawî li jiyana xwe aniye û gihiştiye şehadetê.

Hevrê Şahan Mamxûrî demeke dirêje cihê xwe di nava refên Tevgera Azadiya Kurd de girtiye, ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn kiriye, yek ji ewladê leheng û qehreman ê gelê Kurd e. Hevrê Şahan li gelek qadên ku berxwedan lê cihê xwe girtiye weke milîtanekî yê azadiyê tişta pêwîst çi bihata xwestin pêk tanî û gav bi şûnde neavêtiye, berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Li cihê lê mayî bi hevaliya xwe ya kêfxweş, hestyar, bi biryar, cesûr û leheng dihat nasîn û mînak bû. Hevrê Şahan di nava refên YPS’ê de weke fermandarekê cih girt, li wanê bûye pêşengê hêza berxwedana derketî. Hevrê Şahan ji bo heval û hogirên xwe yên li pişt xwe hêlayî berpirsyariyek mezin û wesyet hiştiye. Carekî din di kesayeta hevrê Şahan de soza tolhildana hemû şehdîdên azadiyê li ser bingehê Azadkirina Kurdistanê nû dikin, di serî de sersaxiyê ji malbata Şahan re û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnav: Şahan Colemêrg

Nav û Paşnav: Alî Îhsan Şahîn

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg/1984

Navê Dayikê- Bav: Nazdar - Mehemt