Nasnameya 10 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn, eşkere kir.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anî û şehadeta 10 gerîlayên nasnameya wan zelal bû, eşkere kir. Komîteyê ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê de hat bibîrxistin, meha Gulanê ji bo şoreşgeriya gelên Kurd û Tirk serdemeke diyarker e û hat gotin, wan ji bo azadiyê heta mirinê li ber xwe dan, bedena xwe dan ber agir û bi vî rengî rêya têkoşînê vekirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev hevrêyên ku di salên cuda de şehîd bûne, bi jiyan, kesayetî û sekna xwe ya bi rûmet a ku teslîmiyetê ti carî qebûl nakin, bûn rêberê têkoşîna azadiyê."

Komîteyê, di şexsê Denîz, Îbrahîm, Hakkî, Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anî û got, "Soza me ya li şehîdan il ser bingeha berxwedan û serketinê ye. Li ser vê bingehê wê bîranîna wan bibe pêşengê têkoşîna me." Komîteyê ji malbatan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, wiha ye:

Nasnav: Zeynep
Nav paşnav: Elîf ÎLDEŞ
Cihê jidayikbûnê: Mereş
Dayik-Bav: Ayşe - Yûsûf Kenan
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Mijdara 1999 / Garê

Nasnav: Sara
Nav paşnav: Hulya ALPTEKÎN
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Hatîce - Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 01 Mart 1998 / Erzîrom

Nasnav: Zeynep
Nav paşnav: Remziye BÎNGOL
Cihê jidayikbûnê: Gimgim
Dayik-Bav: Mûazzez - Sûphî
Dem û cihê şehadetê: 1998 / Kelaşîn

Nasnav: Elfesyar
Nav paşnav: Yaşar KOÇAK
Cihê jidayikbûnê: Milazgîrt
Dem û cihê şehadetê: Gulana 1994 / Serhed

Nasnav: Hogîr
Nav paşnav: Saîm ASLAN
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gule - Necatî
Dem û cihê şehadetê: 1996 / Botan

Nasnav: Rojhat
Nav paşnav: M. Hanîfî ÎMRE
Cihê jidayikbûnê: Ağri
Dayik-Bav: Naze - Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Adara 1994 / Serhat

Nav paşnav: Fahrî OZTÜRK
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Nûrzem - Nûrûllah
Dem û cihê şehadetê: 1994 / Serhed

Nasnav: Laşer
Nav paşnav: Celal POLAT
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Hatîce - Alî
Dem û cihê şehadetê: 13 Nîsan 1997 / Dersim

Nasnav: Arî
Nav paşnav: Abdûllah MEHMET
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Melîhe - Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 1997 / Zagros

Nasnav: Serxwebûn
Nav paşnav: Îhsan MÛZAFER
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Şîrîn - Omer
Dem û cihê şehadetê: 07 Mart 1997 / Zagros